HAWARAA LI ROJAVA
Dîrok: ÇáÓÈÊ 21 ÃÈÑíá 2007
Mijar: gotar



Bêkes Têlo
bekes_tello@hotmail.com
                       
Ragihandin û nûçedan û nûçebelavkirin ji destpêka mirovantiyê pêwîstî pê hebû.
Ji pêwîstiyên jiyaniyê  bo afriandina nerîna giştî di nav endamên  civakê de.


Di sistema êlî de, pêdivîyek bi avakirin û çêkirina baweriya giştî hebû  bo yekîtiya endamên êlê û bi rêvebirna kar û xebata wan,ragihandin cihek girîng lîst.
Bi sazkirina dewletê ,gotarbêjan( bi zimanê younanî rîtoras dibêjin,gotarbêj  ew kesê ku di ket nav xelqê û ferman di xwendin yan agahdarî ) bi rolekî giring rabûn bo belavkirina agahdariyên civakî û ramiyarî ku belgehan radestî endmaên wê civakê dikirin ji name, ferman, belavok û reklamê di herêman de.
Lê di dewletên mezin de komek ji nivise dest hate peydekirin ku ser mijar û bûyeran dihatin nivîsandin ser depa bi cebsine dihate kopîkirin û belavkirin wek li Misra kevin’’ Pabîros’’ û li Romayê  ‘’Acta cenatu  Acata diurma popul ronai’’. Lê  ev tev ne rojname bû. Bi derketina teknîkê li Ewrupayê di salên çilî de ji sedsala 16 ‘an  yekem car çapa pirtukê hate der û yekemîn car bû ku rojname hate belavkirin li hemberî  bi navê (gazette) ku bi xwe rengekî pere bû dihat xeptandin.Û li Almanya rojnamên çapkirî  di sala 1609 derket,Firansa sala 1631 û li Engeltira 1601,li rûsya sala 1702.
Di dawiya sedasala 17’an  de û seretay sedsala 18’an rojname bi rexistinî destpêkir û nûçên wê ser bihabûn û riyên bazirganî bû, û ser jiyana hundirîn û buyerên dewletê dihatin nivîsîn. Û di sedsala 19 ‘an de girîngiya wê pir berz bû.
Rojnamegerya kurdî jî di dawiya sedsala 18’an de destpêkir ku yekem car hate der di 22 nisanê 1889 de, ku nêzîk emê salvegera wê pîrozkin ser 109 salya wê ku derbas buyî ji roja hişyariya netewî ya nûjen nav me de bi navê ‘’Kurdistan’’li bajarê Qahîre peytexta misrê hate çapkirin. Ev rojname bi destê birêz Midhat Bedirxan hate sazkirin ,rolek xort list di avakrina hesta netewî. Bê goman ji we çaxe ta nuha guherîn zehf û mezin bi ser ronjamên kurdî hate guhertin çi ji aliyê rûdîtin (form) û çi ji aliyê mijar û naverok ,şêweyî derbirîn û beşên rojnamê bi xwe gavek mezine di xebata netewa  kurd de bi saya tevgera  ramyarî ya gele me. Piralî  ji kovar û rojname hatin sazkirin(wêjeyî,jîn,ciwan, zarok,aborî, werzeşî,) kanalên Tv di van 10 salên dawî ku bi xwe şoreşek çandî bû bo ziman û wêjeya kurdî ta bi malperên Internetê, eva tev rolek mezin dilîzin di hişyariya netewî de,li gel parastina ziman ,çand û alîkarin di têkoşîna gelê me dijî sitmkaran û neyaran.
Bê goman ragihandina kurdî rolekî sereta list bo pêşxistina hişiyariya netewe , çand û wêje yên ku me diparêzin wek gel ta vê demê. Lê ev nayê wê wateyê ku kêmanî û qelsî di vê pêvajoyê de  nebûn yan nînin. Sedemên van kêmaniyan hin ji me ne û hin ji neyarên me ne, yên ku bi nebûna azadiya raman û çapemenî di hûndirê dewletên ku welatê me di nav wan de hatiye perçekirin. Lewre ezê wan kemanî û qelsî bidim ber çavan bi van xalan ku xeslata hemû beşane ,li vir pêdivî destnîşankim ku li başûrê Kurdistanê gavên hêja  hatine avêtin, lê ezê ser rojavayê Kurdistan rawestim bi van xalên ha:
1- Rojname bi wetaya gotinê ku em zanin mexabin li vî beşî nîne. Hin  belavok mirov kare wan bi nav bike, sê çar gotarin, gotarek ramyarî, rûdanek dîrokî,û yan jî gotarek ser rewşa sûrî be. Gava rojname  bê şêwe û beşbe û mijraên cuda têde cih negre,gotarên nuçegihandin nebe,bûyerên çandî,pirsgirekên ciwanan û jine nebin û wêne hîç tunebin  ez ji te diprsim xwendevanê hêja em karin navê rojnamê li wan belavokan bikinş  dev ji naverok berde ew bi xwe mijarekî dirêj û firehe, bi guhdana  û hêzedana herî xwirt  hatiye dan bo hişyara netewî û ramiyarî ,bê goman trajidya me wek netwek bindest pêdiviyek heye  bi ronîkirinê ji gel re. lê hiştina raman û nerinên hemwelatî di çarçewa ramyariyê de  bi leve ev kambaxa herî mezine  dijî pêşketineyê ji rexe civakî û çandî  . Wî heştiye dîlê ramyarî û jiyanê bi rengê teng temaşebike û ev bêhez wî dihele li hember çanda neyar  ku bi hesanî qabolke ,dîtina film ,xalrêz û ta radeke mûzika wan.
2- Ev pesin li ser hersî perçên Kurdistanê tê gotin, lê li perçê rojavayê welat xweş tê diyarkirin, tevlî ku destpêka rojnamevantiyê hate destpêkirin ji sala 1915 ser destê birêz Huseyn Mokryanî  rojnama’’ Kurdistan’’li Helebê hate sazkirin û ta nuha,di rewşeke xirab û qelsiyê de ye. Mirov nikare ji wan belavokên partiyên me re yên tên belavkirin bêje rojname ye. Hêviya min ewe ku lêvegerîn ji dil û can bibe,ku bo 3 melion mirov belavokan  ne ter dike û ne layiqe ,sazîk bete damizirandin lo gorî deme be,û pêwîstên çivake  bi çîbine . Ev ji berpirsyarên me tê xwestin ,çimkî tevgere me di cihê dewleta me de ye. Avakirina kesatiya mirovek kurd xwedî nerinên nudemî û zanistî  û niştimanperwerî û bi teybetî çivakî, wî  ser pîyan rake, bi afirîne ev tev ser mile we tevgere dikeve.
3- Qelsbûna kaderên pispor û beşek ji wan bi  beşên din mijûl dibin,tevlî ku welatê me yeke,lê nayê wê wateyê ku meydana mala xwe  bê hêzkî.
3- Nebûna dezgehek ragihandinî bo tevgerê tevî ,ku karibe jiyana rojava bi giştî ronîke,û  welat bi hemwelatî pê naskirin bide ,dewlemndî û sipehya welat nişanke,û di havilê wide biçîne dîrok,filklor,çareserkirna pirsgirekên rojane,dijîtya belavkirna narkotîk din nav ciwanan de ,ku dijmen bi xwe ev armanc daniye ber xwe,dûrkirina ciwan ji tevgera remyarî ya kurdî li rojava. Ev kêmaniya herî mezine di rojavayê welat de,ku dihêle kadir û zîrek belav bibin û bê goman bi vê, bandorê wan jî kême û ji xwe encama xebata  avakirina nifşekî welatparêz ,nûjen , xwedî zaniyarîk zanistî her kem dibe. Ji ber vê bi nêzîkbûna  salvegera rojnamgerya kurdî ji dil can li gelê me pîroz dikim û hêvidarim ku di rojavayê Kurdistan de ser vê babetê bê rawestan û bingeheke dirust were sazkirin. Wek sêwiya em nemînin bê tevgerek rojnamavanî xwirt karibe hemwelatiyê me bihtir aktîv ke,bihitr wî agehdarke bi hişyarîk zanistî ,û civakî û çandî . Ne li ber çavane ne nuha û  salên ku bên,vêca em dîsa banga xwe biqîrindikin…dezgehek ragiahandinê …dezgehek ragihandinê..hawaraaaaaaaa
 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=474