Helbestvaniya Apo Osman Sebrî Di 24 Saliya Koçkirina wî de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 11 ÃßÊæÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Bi min xweþ e ku em îro bi hev û din re 24 saliya koçkirina Apo Osman Sebrî bibîr bînin. Di rojek mîna (11.10.2017)de, berî 24 salan apo Osman Sebrî ji nav me barkiriye.. Ew di sala 1905an de li Kurdistana bakur çêbûye û di sala 1993an li Þamê çûye ber dilovaniya Xwedê û li gundê Berkevirê, nêzîkî Derbasiyê hatiye veþartin. Sed mixabin, ku roja îro di ser 25 rêxistinên Kurdên sûriye hene û tev ji bin kurkê wî hatine der, rojekê yek ji wan neçûye serdana gora wî û kulîlkek li ser gora wî dananiye..!


 Bi helkeftinê bi min xweþ e ku ez helbestvaniya Osman Sebrî raxînim ber çavan:  Wek ku ez serwextî jiyan wî me, bi tenê çend berhemên wî yên wêjeyî hatine çap kirin: Bahoz û Derdên Me/ 1956, vê paþiyê jî Bersiva Hoþeng/ 1977. Di sala 1991ê de jî, rehmetî Hemreþ Reþo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane çap kirin.. Li gor xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor ku helbesta kurdî a nûjen bi weþana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez! a Cegerxwîn çap û belav bûye. 
 Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez/ 1973, wek helbestvanekî nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî bi gelekî, ji heyamê Hawarê ve wek helbestvanekî ku li ser þopa Qedrî Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya min de herdu jî (Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e û pirek qewînin di navbera kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê hin caran nûjen hunandine.. Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket… Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de þagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya Ewropî bûn û wan þagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…Wek wefadarî ji bîranîna wî re, ez ve helbesta wî ya ku bersiva Qedrî Can daye, ji bîranîna wî re dikim diyarî:
 Jiyîn xweþe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
 
Bav û biran; çi bikim?
 Hemû min tê bi dirdan.
 Min dil tu car ne nail
Min zar tu car ne kalî
Bi dil hiþkî, bi lalî
Sînga xwe da ber rimanî
Min îþev dît xewna rast
Deng û gazî çi xweþ hat
Digot rabin Kurdino!
Tev biran û tev xwehan.
De rabin li me tu zanî
Rim nîne giþ nizanî
Xopan kirin Kurdanî
Ev teral û nezanan
Hawarê, xweþ awakir
Dilê Kurdan pê þakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweþî belav kir.
 
Osman Sebrî 
Kaniya Ereban, 18/5/1932
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4707