Ehmed Qasim: PYD Yekrźzī Weha Naskiriye, Divź Hemū Partī di bin Siya Ala Wź de Bin
Dīrok: ĒįĆĖäķä 09 ĆߏęČŃ 2017
Mijar: Nūēe



Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Ji bo ronîdana ser pêžveçûnên siyasî û yên meydanî li qada Sûriyê, û zêdebûna žerxwaziya rêjîma Esed di dema dawî de, ji ber ku wê ruxset ji dewletên garantor bi dest xistiye ji bo navçeyên ne di nav deverên kêmkirina asta žer de bumbebaran bike. Û her weha žirovekirina helwesta nerazîbûnê ya bi denkekî bilind ya sikirtêrê Partiya Demoqrata Pêžvero ya Kurd “ Hemîd Derwêž” ji kiryarên PYDê yên tundkarî, û her weha der barê koça dawî ya têkožer û siyasetmedarê Kurd yê mezin Celal Telebanî, û nepejirandina civaka navdewletî û rêjîmên deverê ji encamên gižtpirsiya ku bi žêweyekî demoqratî li Herêma kurdistanê pêk hat. Ji bo van teweran tevan, bežê Kurdî ji ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Nižtimanî ya Hêzên Žorež û Rikberiya Sûriyê, ev dîdar bi serkirdeyê Partiya Demoqrata Pêžverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Qasim re pêk anî.


Di nerîna te de, pižtî vê newefadariya dostên gelê Sûriyê, û pêžveçûna hêzên Esed û ferehbûna deverên di bin destên wan de li tevaya Sûriyê, gelo berê Žoreža Sûriyê li çi ye?
Di baweriya min de, ji destpêkê de serperežtiyek siyasî ya zana ji žoreža Sûriyê re tune bû, û žorež ji nižka ve û bêyî ku tu çarçov û rê jêre bên danîn vêket, û ji ber wilo ji alîkî ve Rêjîmê  karîbû bi hêsanî destê xwe têxe nav žorežê de, û ji alîkî din ve aliyên terorîst û Islamî yên tunrew karîbûn dest deynin ser movikên žorežê di riya çekdarkirinê re, ji ber wilo dostên gelê Sûriyê dema naskirin ku kesên dê cihê Rêjîmê bigrin ew kesên islamî yên tundrew in, helwêsta xwe guhertin, bi taybetî pižtî derketina DAIŽ û destdanîna wê li ser rûberin fireh ji deverên Sûriyê û pažketina artêža azad û nekarîna derketina wê di ruyê DAIŽê de.

Di nerîna te de wê tižtên ji nižka ve yan jî hevpeymaniyin nû di dema pêž de hebin, ji ber ku Îran ya li kêleka Rêjîmê rawetiya û pižtgiriya wê bi pere û çek û milîžyayan dikir, di dawiyê de bû yek ji dewletên garantor ji bo kêmkirina asta žer li Sûryê?
Îran di herêmê de xwedî pirojeyek e, ji dema desthilat li Tehranê ket destê Meleyan de, (pirojeyê berdewamiya žoreža Îranê, li gor žîreta Ayetûlah Elxumeynî ), lewra ez ne bawer im ku wê Îran dest ji Sûriyê berde pižtî ku dest daniye ser biryara desthilatê li Žamê, û çêkirina hêzeke mezin ku ji bidehhezaran milîžyayên Žî’î pêk tê û ew li gelek deverên istiratîcî li Sûriyê belav kirine, û nerîna rêjîma Tehranê ew e ku çi pažveçûnek li Sûriyê çêbibe wê metirsî be li ser Tehranê, her weha ev cenga wê ya li Sûriyê ne berevanî di ber Bežar Esed de ye, biqasî ku berevanî ye di ber žoreža Îranî de, ji ber wilo çênabe Îran ji dewletên garantor be ji ber ku ew aliyek bingehîn e di cenga dijî žoreža Sûriyê de, û ne li dijî terorê ye, ji ber ku wê bixwe teror çêkiriye ji bo rêjîma Esed û bercewendiyên xwe li Sûriyê û herêmê biparêze, lê tekez e tevgerek herêmî û navdewletî û Sûrî jî heye ji bo çêkirina peywendiyên nû û parastina Sûriyê ji lîstikek gemar a li dijê gelê wê tê lîstin, û bi taybetî lîstika Îranî ya ku armanca wê destdanîna ser Iraq û Sûriya û Libnanê ye, di riya destdanîna ser movikên desthilatê li hesrsî dewletan.

Di nerîna te de dewletên rojava yên pêžketî çima ji dêvla hewl bidin ku vê hevrikiya di navbera dewletan û gelên wan de çareser bikin û dawiyê li setemkarên herêmê bînin, ew rijd li ser mana wan rêjîman xuya dikin?
Encamên helbijartinên Misrê pižtî ketina desthilata Hisnî Mubarek hêviyên dewletên Oropî žikandin, pižtî ku dîtin Islama siyasî ya ku “Ixwan Elmuslimîm” nûnertiya wê dike, ew ya amade ye di wê rewža hazir de ji bo bidestxistina desthilatê, ev yek bû cihê tirsê ji dezgehên Oropî û yên  demoqrasiyê dixwazin re, û li gor xwendina wan ji encamên “ tevgerên Buhara erebî” re gihan vê baweriyê, civaka Erebî ji ber ku ew partiyên wê yên siyasî yên bihêz û hazir li ser qadê ji bo cihê wan sîstemên setemkar bigrin tune ne ji alîkî ve, û ji akiyê din ve belavbûna terorê û rêxistinên wê yên cihê tirsê li wan dewletên ku raperînên gelêrî lê çêbûn,  tirseke mezin xiste dilê dewletên rojava de, ji ber wilo Oropa siyaseta xwe li herêmê bi tevahî guhert, û dît ku çareserkirina hevrikiya di navbera dewletê û gelên wê de ti caran pêk nayê, eger hêzên demoqrasî ji hev belavbûyî û nehazir bin ji bo ku bibin berdêl, û di navbera sîsteman û terorê de hinek lihevkirin heye li dijî derketina tevgerên demoqrat, ji ber vê yekê dewletên Oropî di destpêkê de berê xwe dan rawestandina cengan û nehêlana terorê, û pižt re wê berê xwe bidin çareseriyên siyasî di navbera wan dewletan û gelên wan de, û gelo wê Oropa biserketî be di vê siyaseta xwe de?.. ez ne bawer im. 

Di nerîna te de kê hižt ev kesên ku tawanên cengê li Sûriyê pêk tînin, ew bi xwe bibin çavdêrên rawestandina žer?
Ji aliyekî ve, neaktîvbûna rola Emerîkî û hižtina dosya Sûriyê di destê Rûsiya de, û her weha qelsbûna opozisyona Sûrî  ji aliyê ležkerî û siyasî ve, û ji aliyê din lîstikvanê herêmî alîkariya vežartina tawanên Rêjîmê kir, di riya pižtgiriya rêxistinên terorîstî re, wek “ ‘Eniya Nesra û DAIŽ”, û îro dewletên Oropî û Emerîka vê pirsê dikin, emê bi alîkariya kê di ruyê Rêjîmê de rawestin, di dema ku terorê xwe li ser qadê ferz kiriye? Ez bawer dikim ku rikberên siyasî ew  berpirsyarên sereke ne, ji ber ku ew belavbûyî ne û nikarin rêz û karînên xwe bikin yek, ta ku cihê baweriyê bin û desthilatê li Sûriyê bi destxin pižtî ketina Rêjîmê, lê kesên ku tawanên žer di derheqê Sûriyan de pêk anîne, nabe ku ew bibin çavdêr li ser rawestandina žer, ji ber ku ew tenê dixwazin žorež vemirî bimîne pižtî rawestandina žer û jinavbirina terorê .

Di baweriya te de agahdariyên wezîrê derve yê Sûrî Welîd Elmu’elim der barê guftûgoya bi Kurdan re, ew ji bo acizkirina cîranan bû, an daxwaza Rûsiya bû?
Ez bawer im ku armanc ji agahdariyên Welîd Elmu’elim ew bû, birîna peywendiyên di navbera Partiya Yekîtiya Demoqrat û baskên wê yên çekdar û Emerîka de, ji bo Mu’elim ji wan re tekez bike ku mafên we yên ku hûn dixwazin, em amade ne guftûgoyê bi we re li ser bikin, lê bi žert û mercê hûn dûrî Emerîka û siyasatên wê yên herêmî bikevin, û em in yên ku mafên we ji wer re misoger bikin ne Emerîka ye, ji ber wilo ez bawer dikim ku daxuyaniyên wî tenê ji bo ragihandinê ne û ne li gor rastiya siyaseta wan ya nijadperestî ne.

Di van rojên dawî de bi koçadawîkirina Mam Celal, tevaya gelê kurd kesekî payebilind di warê siyasî û civakî û mirovî de ji dest da, hûn wek partî, peywendiyên we yên dîrokî bi rehmetî û partiya wî re hebûn, we çawa nûçeya koçkirina wî pêžwazî kir?
Di baweriya min de, pileya Mam Celal bilind bû li ser asta herêmî û navdewletî, tevlî kartêkeriya wî û rola wî ya sereke di rêvebirina siyaseta Kurdî û kurdistanî de, (ev li gor nerîna tevaya serkirde û serokên herêmî ye), û pižtî têkçûna rewža wî ya tenduristî di sala 2014an de, nakokiyan careke din serê xwe rakirin û rojbiroj aloztir dibûn ta gihan asta ku îro tê de. Mam Celal diyardeyeke dîrokî ya bêhempa ye ez ne bawer im careke din dubare bibe. Em wek Kurd ji me tê xwestin ku em sûdê ji serkeftinên wî bi žêweyekî aqilane û zanebûn wergirin, bi taybetî di dema vê dijîtiya mezin ji mafê çarenûsî yê kurd re, di riya parastina destkeftan û gežepêdan û pêždebirina wan li gor atmosfera her qonaxekê. Û derbarê partiya me, me mezintirîn pižtgir û žîretkarê xwe ji dest da, lê di heman demê de em bawer in ku rêbaz û raman û istiratîciya wî daniye wê partiya wî li ser  bimîne, û wê bimîne rênima ji siyaseta Pêžverû re di demên tên de.

Pirsek ji du bežan e, gelo çima civaka navdewletî nikarîbû tižtê tê xwestin bike derbarê žoreža gelê Sûriyê dijî sitemkarê Žamê, di heman demê de, çima civaka navdewletî ya ku xwe žaristanî dibîne, dibe rikber ji refrandomeke demoqratîk re ku bi erêkirina 92% ji hejmara hevwelatiyan bû?
Civaka nêvdewletî di bin bandora sazumaniya navdewletî ya li ser rêvebirin û sazkirina bercewendiyên dewletan û pêždebirina wan li gor pîverên ku wan dewletan danîne ava bûye, bi taybetî dewletên zilhêz yên ku bandorê li têkiliyên navdewletî dikin, lewra ew ne bêkarîn bûn ji bo alîkariya gelê Sûriyê bikin bi rengekî guncayî be bi asta qurbaniyên mezin re ji bo bidestxistina azadî û rûmetê, lê civaka navdewletî li gor hevsengiyên navdewletî û parastina bercewendiyên wan dewletan tevgeriya, û gelê Sûriyê bû qurbana wan bercewendiyên di nav tewerên Rûsiya û Amerîka de, û sed mixabin rola siyasetmedarên Sûriyê ne aktîv bû. Û ji ber heman sedeman civaka navdewletî ne razî bû ji bidestxistina Kurdan ji mafê xwe yê çarenûsî di riya refrendomê re, ew refrandoma ku rêjeyeke mezin ji kurdan tê de bi serxwebûnê re bûn, lewra divê em haydar bin ji helwestên ragihandî ji aliyê dewletan ve, dema dibêjin ku ew bi mafên mirovan re ne, ti maf tune ne eger bercewendiyên dewletên zilhêz ne parastî bin.

Tu rexneyên mamoste Abdulhemîd Derwîž ji karê PYD yê zindankirina siyasiyan û koçberkirina xortên kurd ji deverên wan û girtina deriyên ofîsên partiyan çawa dixwînî? Gelo çi nû heye ku hižt  ew bi vê hižkiyê dijî žêweyê karê wan biaxive?
Ez ne bawer im ku tižtekî nû hižtiye M. Hemîd Derwîž  rexneyan li žêweyê karê PYDe yê nayê pejirandin bike, helwesta mamoste Hemîd ji berê de ev e, û her ku ew serkirdeyên vê partiyê dibîne rexneyan li wan dike, û ew hevdîtina žêwirdariyê yek ji wan bû,
belkî fermîbûnek wê ya taybet hebû ji bo gihandina nerîna xwe ya derbarê žêweyê karê PYD yê redkirî. Lê tižtê nû, heye ku ew aloziyên ku encamên refrandoma Kurdistanê li pey xwe anîn ji aliyê dorpêçkirinê de be, ew rewž li ser me tevan ferz dike ku destên xwe bidin hev ji bo em beramberî metirsiyan derkevin, û amajekirina wî bi derwazê Sêmalka , merema wî jê ew bû ku em bibin yek emê bandora dorpêçê li ser xwe sivik bikin, bi kêmanî li ser herdû perçan.

Van rojan PYD bangawaziyên yekrêziya Kurdî dižîne, gelo ew çawa li yekrêziyê dinere?
Ez bawerim ku PYD li yekrêziya kurdî dinere bi rengê ku divê tevaya partiyan têkevin bin ala wê de, tenê ji ber ku ew xwedan hêzeke çakdar ya nayê žikandin e, û karînên wê yên darayî hene, û rêbazek serokê wan yê pêkhatî heye, li gor derbirîna serkirdeyên vê partiyê. Lewra ti yekîtî û hevrêzî bi vê partiyê re pêk nayê, neku yek têkeve di bin sîbera wê de, û hin hene dibêjin ku bangewaziya wan ya yekîtiyê ji bo derxistina dengekî di ber refrandomê û encanên wê re ye ji bo žewižandinê, heye ku tižtek weha hebe.

Pirseke dawî, gelo tu dibîne wê bi rastî metirsiyek li ser Afrînê hebe, li gor daxuyaniyên derdikevin, ji ber destdanîna PYD li ser?
Ez ne bawer im ku Turkiya bi ti helmetên ležker bigire ser Afrînê, ji ber ku dorpêçkirin bi sûdetir e ji Turkiyê re. ji aliyekî de wê ziyanên xwe yên ležkerî kêmtir bike, ji aliyekî din ve wê tevlîheviyekê têxe nav rêzên PYDe û her weha di nav PYD û gel de, ji ber ku wê gel pir ziyanan ji vê dorpêçê bibîne, ez guman dikim wê dorpêç metirsîdartir be ji žer.  
--------------- 






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4705