Þerê Sîxure
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 ÓÈÊãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê
 
Sîxure gundê Bapîrê mine li hêla Batmanê dikeve ku dihate naskirin bi navenda Koçeryê, ji dîroka herî kevnve, û ta niha jî wek simbola mêrantiyê tevlî wan þikeftê xwe bi dev liken tê pêþiya te. heyf û mixabin vê dawiyê ne bêtirî bîst salan wek pirê gundê Kurdan conta tirk malbata me bizor ji gund derxistin bi mihna ku alîkariyê bi þervanare dikin Loma gund nihakê wek kavil dîrokê dirêse. Bapîrê min Silêmanê Mistêye ji malbata Dîboye, eþîra Elikan, ku Sîxure tevlî birek gundên din yên wan bû , Malê biniyê, Bîra Qasimo, Sîlaxir, Xanikê, Memika, Mezirk, Qumaro, Mizareþ,Eynkermê, Dûsadekê, Gundik û...


 Li piþt Sîxure dor pêncsed mitrî li ser girê Qulexê Qereqoleke dewletaTirka hebû, ku çavdêrî li hawîr dora xwe dikir, li Malatovê li deþta xerzan li Batmanê... ew baregeh ji alyê Çawîþ Celal ve yê tirk dihate birêvebirin.. 


Axikî ji Bêtro pezên xwe di anîn þikeftên Berzanekan, ji wir diçûn Sîxure Av ji kaniya Gelî ji bo pezê we dianîn. Celal çawîþ serokê qereqolê çav li der bû, ji dûr dixwest bela xwe li pîrekê pêtriwan bixê ewên kû diçûn kaniyê ta ku avê ji bo pez û sewalên xwe bînin. Gewrê pîrekek ji koçerê axikîbû, jinek navser bû, ev bûyer ji Silêmanê Mistê û bira wî Emê re got ku Celal cawîþ zilamekî bê erze, dixwazê jinên koçeran aciz bike. bê Silêman û Emê vê bûyerê ji kesîre bêjin di eynê wê þevê de êrîþek xurt berdane qereqolê. Qereqol ji binî xirakirin, cendermên tirk tevlî Celal çawîþ,hemî reviyan çûn Almedînê.. Tahirê lawê apê min hecî Hisên ku temenê wî niha dor pêncî û pênc saliye dibêje dema ku em zarok bûn li Sîxure me þivantiya pezê xwe dikir, gelek caran komên fiþekên vala ku bin ax bûbûn li derdora girê qereqolê me didîtin. Tahir berdewamdike û dibêje bawerke ta nihajî eger em herin Sîxure û wî girî vedin bêguman emê rastî gelek fîþekên binax bên. Ew fîþekê ku Silêmanê Mistê cendermên tirk ji Sîxure pê qewitandibûn.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4689