Ji dîroka kurdî / Kesaysetî û helwest Xelek 35 (4)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 02 ÃÛÓØÓ 2017
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Dîrokzan Şeref Xan Bedlîsî
Helsengîna gelemper
Şeref Xan di pirtûka xwe Şerefnameyê de cefayên giran dane, da li gor nîrên serdema xwe û yên Kurdistanê wê demê, ramana netewî Kurdistanî damezirîne, ev yeka jî bê guman  destkeftineke nirxdar e. lê hin caran çewtiyine sivik li bal wî diyar bûne, wek ku di pirtûka xwe de cih dide hinek vebêjeyên, ku di serdema dewleta Osmanî de, bi mebesta riswakirina Kurdan hatine çêkirin. Wek nimûne:


Yekem. Pirbûna hejmara Kurdan: Şeref Xan ji bo vê Xalê dibêje:  “Penda Xwedayî ew bû, ku zarok û neviyên wan her zêde dibin, eger hevkuştin û hevdijayetî di nav wan de nebana, heye xela (birçîbûn),  ji ber pirbûna wan,  ne tenê li welatên Îranê, ku hevsînorên wan in, peyda biba, belê wê xela bigihêşta tevayê cîhanêjî”([1]).
Rastî ew e, ku miletê Kurd miletekî pirzayîn e, eger ne wusa bûya, gava Kurd gîhan sedsala bîst û yekê, wê hejmara wan ne (40) milyon nefer bana. Çimkê dagîrkerên Kurdistanê her tim tevdîrên xizankirin û nezankirin û kuştinê xebitandin, da hejmara Kurdan kêm bikin, lê vê rewşa pirzayînê hejmara Kurdan bilind û pir kir.
Ya rastir ew bû ku, Şeref Xan, ji bo hindikbûna Kurdan, rola tevdîrên dagîrkirinê, yên ku dagîrkeran li Kurdistan xebitandine, nîşan kiribana, ne tevdîrên “hevkuştin û hevdijayetiya” navxweyî. Mirov  ji vê boçûna wî têdigihêne, ku dinya hemî şanaz e, ji ber  ku hejmara Kurdan pir nebûye, û nakokiyên wan ên navxweyî dinya ji xelayê (birçîbûnê) parastin.
Duwem. Sedema jihevperçebûna Kurdan: Şeref Xan bo nakokiyên Kurdan dibêje: “Sedema jihevperçebûna vî miletî, û lihevnekirina wan, wek ku têgotin, ew e ku gava ronahiya pêximberiya Mehmedî diyar bû, û nameya Mehmedî hate ragihandin, û saw kete dilên gelên derdorê, û qeralên dinyayê û sultanên miletan ji belavbûna dengê wî tirsiyan,….Ogoz Xanê, ku sultanekî Turkistanê yê gewre bû, mirovekî, ku dîmen û rûwê wî kirêt bûn, durvê wî wek ê dêwan bû, navê wî (Bexdoz) bû, ji nav entilcêncsiya Kurdan, veqetand û bo xwediyê nameya Mehmedî, mamosteyê vê dinyayê û dinyaya dawî, mezinê mirov û pêriyan, çêtirîn nimêj û baştirîn silav lê be, verê kir, da pejirandina ola îslamê  û dilsojiya xwe bo wî biderbirîne.Gava ku ev kesê dîmenkirêt gîha ba xwediyê bextewariyê,û  baştirê mirovan,madê wî ji dîmen û durvê kirêt lihevket, û ѐşîr û êla wî pirsî. Wî jî bersivand û got ez kesekî Kurd im. Wê hîngê pêximber got: Xweda rêkeftina vî miletî pêk neyîne, eger lihev bikin, dê li hember hemî miletan bi ser kevin, û wan riswa bikin.
Ji wê rojê de, ji bilî pênc malbatan, ku desthilatî bi dest xistin, û ber bi pêş ve çûn, û demekê dirav çêkirin, û xutbeyên (gotarên) nimêja rojên Înan bi navên wan hatin xwendin, û desthilata wan demekê dirêj kir. Ji bilî wan, vî miletî nikarîbû dewleteke gewre û desthilateke mezin ava bike”([2]).
Ev vebêje ji bingeha xwe de çêkirî ye, di pirtûkên şiroveya Qur-anê, û yên hedîsên pêximber, û yên jînenîgariya pêximber, û yên dîroka îslamê de nîne. Me jêder  peladin, û me da pey her tiştê di wan jêderan de li ser Kurdan hatiye gotin, û pirên wan gotin û boçûnan me xistin pirtûkên xwe (Dîroka Kurdan di serdemên îslamê de) û (Wêneyê Kurdan di jêderên kelepûra îslamê de) û (Kurd û Kurdistan di wêjeya erebî ya kevin de) û (Jînenîgariya zanayên Kurdan di kelepûra erebî de).
Ev vebêje ji bo çar armancan, di serdema Osmanî de hate çêkirin:
1.Qerêjkirina wêneyê Kurdan: Durvê (Bexdoz) li gor vebêjeyê kirêt û sawdar bû. Pêre jî mirov maf heye, ku bibêje; eger ev kesê entilcênsiya Kurdî evqas kirêt e, ma gelo durvê şivan û cotkarê Kurd dê çawa be?.
2. Dûrxistina mislmanan ji Kurdan: Pêximber Mehmed, li gor vebêjeyê, ji durvê (Bexdoz)ê Kurdî nefret bû, û nifir li Kurdan kir, ku lihev nekin. Li gor rêbaza sunne ya pêximber wusa ye, ku eger pêximber ji kesekî hez neke, hemî misilman heya heyayê ji wî kesî hez nakin.
Ҫêkerên vê vebêjeyê dîroka îslamê nizanin, û ji bîra dikin, ku (Ҫabanê Kurdî) dostê (Sehabî / (صحابي peximber Mehmed bû, û hinek hedîsên pêximber ji ber wî hatin wergirtin([3]).
Gelo, peximber Mehmed, dê bi dostê xwe (Ҫaban) Kurdan nasbike, an bi (Bexdoz / Buxdoz)? Ji vê pêve, dê çawa pêximber Mehmed bi sedema  kirêtbûna (Buxdoz) nifiran li Kurdan bike, da her û her ji hev parçe bimînin? Gelo ev yeka ne beravajiya vê ayetê ye, ku dibêje: “Tiştek / kesek barê yê  din hilnagire و لا تَزِرُ وازِرَةٌ وِزْرً أخرى/” (Sûeryî Îsra  إسراء/ ayet 15). 
3. Da tevayê dinyayê hez kurdan nekin: Vebêje, bi awayê veşartî, dinyayê bo lihevkirin û yekbûna Kurdan haydar dike,  û berê tevayê dinyayê ber bi heznekirina Kurdan de dide. Lê rastî ew e, ku yekbûna Kurdan tenê bo dewleta Osmanî sawdar bû, û heya îro jî tenê bo dagîrkerên Kurdistanê metirsîdar û sawdar e.
4. Paqijkirina wêneyê Turkan: Ev vebêje dide xuyakirin, ku Turkan di serdema pêximber Mehmed de ola îslamê pejirandin, lê rastî ne wusa ye, belê rastî ew e, ku pêximber Mehmed çi şandeyê Turan  pêşwaz nekir, û Misilmanan sala (22 k /642 z) Tukmenistan talan kirin, û hin Turkmenan ji neçare bûn bawermendên ola îslamê, û di sedsala (10 z) gelek Turkmenan, ji bo talankirina gelên din, ola îslamê pejirandin, û bi xêra ola îslamê împeretoriya Selcûqî û di pey re ya Osmanî damezirandin.
Bi ser ku ev nav (Bexdoz / Buxdoz) ne ji navên Kurdan, belê ji yên Turkan ve nêzîktir e, ev vebêjeya çêkirî van pirs û aloziyên jêrîn dihurhutînê:
* Ҫima Kurd dê çiyayên Kurdistanê bihêlin, û di despêkên sedsala (7 z) de,  biçin li beyabanên Turkmenistanê cîwar bibin, tevî ku ew êkologiyeke bo Kurdan ne layiq e?
* Vebêje weha çûye, ku Bexdozê dîmenkirêt kesekî ji entilcênsiya kurdî bûye, lê rastî ew e, ku ciwanî di nav Kurdan de,nemaze jî di nav van kesên civaka Kurdan de, ji Turkên resen bêtir e.
* Rêwresim ew bû, ku qeralan şandeyên  xwe ji nav kesên zîrek û ciwan hildibjartin. Ҫima Oxoz Xan dê vî Kurdê dîmenkirêk bo mehmedê pêximber bişîne?
* Ҫima Oxoz Xan dê kesekî Kurd bo Mehmedê pêximber bişîne? Ma ne hêja bû, ku kesekî ji entilcênsiya miletê xwe hilbijêre û bişîne?
 
Helsengîna Gelemper:
Divya bû, ku Şeref Xan ev vebêje gengeşe bikira, û virr û vûtên wê aşkere kiribana , lê nekir. Gelo, rola serdestiya çanda olewerî ya serdema wî di vê yekê hebû? Gelo,hindikbûna jêderan û derengiya diyarbûna şêweyên lêgerîna zanistî sedema vebêjiya vê vebêjeyê bû, wek ku rastî ye? Bê guman vebêjiya zanyariyên dîrokî çêkirî û virr bê tûjandin, ji bo xwendevanan metirsî ye, û dê wan zanyariyan wek rastiyekê bawer bikin.
Tevî vê jî, şaşîtiyên hindik nikarin xwe bidin pêş nirxê dîrokî yê cefayên  Mîr Şeref Xan, ew damezirênerê ramana dîrokî kurdî ye, di vî warî de cefayên giran bo miletê Kurd dan, û  Kurd ber bi giringiya zanista dîrokî de dehfandin, pêre jî deh sûdeyên vê zanistê diyar kirin:
1.Hêzkirina bîriyê. 2.Xweragirtin û qayîlbûn. 3. Derûnbiçûkî û pendiyarî.4. Geşkirina  asoya zanînê. 5. Jihevcudakirina rastiyê û derewan. 6. Pêdarî li hember aloziyan. 7. Bidestxistina serpêhatiyên jiyanê û polîtîkê. 8. Duristiya saykologî. 9. Destberdan ji rawêjkaran bo çareserkirina aloziyan. 10. Gurkirina Heş û nazik-kirina sincan û başkirina boçûn û tevdîran([4]).
Ji bilî rola Şeref Xan bo damezirandina ramana dîrokî kurdî, li gor pîvanên serdema wî, ew yekek ji berztirîn pêşengên ramana netewî Kurdistanî ye jî, nemaze jî, ku serdema wî ya serdestiya hişyariya êlî bû, û balkêşana bi ser dîroka miletê Kurd, û erdnîgariya Kurdistanê, û nasnameya miletê Kurd, û kesayetiya Kurdî de, berztirîn nîşan e, ku hişyariya wî mêldariya bi ser êlê de derbas kiribû, û basik li ezmanê hişyariya netewî vekiribûn.
   13. 07. 2017

([1]) Şeref Xan Bedlîsî: Şerefname, rû 45.
([2] ) Heman jêder, rû 44.
([3]) Ibin El-Esîr: Esed El-Xabe fî Merîfet Essehabe, 299/1. Ibin Hecer El-Esqelanî: El-Îsabe fî temyîz Esshabe, 201/1. Ezzehebî: Tecrîd Esmai Essehabe, 71/1.
([4]) Şeref Xan Bedlîsî: Şerefname, rû 26.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4671