Jan Dost û romana kobanî
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 íæäíæ 2017
Mijar: Nûçe



Hoþeng OSÊ
 
Bajarê Kobanî bi çekên atom û kîmyasal ne hate bombebarankirin lê ast, þêwe û radeya rûxandin û kavil kirina bajêr, ne kêmî bajarên di þerê cîhanê yê duyemîn de hatin rûxandin bû. Bi gotinek din; rast e Kobanî kete dîrokê, lê ji erdnîgariyê hate derxistin. Hema hema hemû kes behsa berxwedana Kobanî dikin, nemaze medya, ragihandin û nivîskarên bi ser PKKê-PYDê tên hesab kirin, lê ev camêr qet behsa ew zêdetirî 300 gundên derdora Kobanî, bê çawa PKK, PYD, YPG... û hwd di 48 saetan de berdan û ji “DAÎÞ” re hiþtin, bi bihaneya ku dê di bajêr de þerê terorîstan bikin. Qet behs nakin.


Ev camêr bi çi mijûl in? Bi sedema nivîsandina nivîskar û romanûs Jan Dost romaneke li ser Kobanî mijûl in û dibêjin çênabe binivîsîne û çima binivîsîne... û hwd. bihaneya van camêran çiye ne çiye? Jan Dost “dijûnan” û “gotinên pîs” ji YPG – YPJê re gotiye. Jan Dost, ev tawanbarî derew derxist û belge li ser vê tawanbariyê xwestin. Lê bi rastî, çîrok ne ev e. Çawa ji mafê Jan Dost e û ji mafê her kesiye li ser Kobanî, romanan binivîsînin, her wisa ji mafê nivîskarên derûdora PKKê PYDê ye, li ser asta têkst, tevin û hunera hûnandina romanê rawestin û rexne li romana Jan Dost bikin, lê tu carî nikarin mafê nivîsandina romanê li ser Kobanî ji Jan Dost bistînin. Ji ber ku çi nivîskar, ji kur dibe bere bibe, ji mafê wî/wê ye li ser Amed, Dêrsim, Botan, Hewlêr, Mahabad, Qamiþlo, Kobanî û Efrînê... û hwd roman û çîrok binivîsîn e.
Yawo, ji bo Xwedê, li kur çêbûye ku nivîskar ji nivîskarekî din xwestiye ku çênabe li vî bajarî yan wî bajarî binivîsîne! Daxwazeke wisa, bi serê xwe sosretek e. Baþ e, dema hûn mafê nivîsandina romanê li ser Kobanî ji Jan Dost distînin, ew romannivîsên “tirtire”, yan jî “zir-romannivîsên” derûdora PKKê PYDê hene, çima roman li ser Kobanî ne nivîsandin? Ev nivîskar, romannûsên “pehlewan” çima Kobanî û janên vî bajarî û berxwedana wî ne kirin roman? Yan tenê ev kes dikarin bakurê Kurdistanê û Kobanî... hwd li ser navê PKKê PYDê tapo bikin, qaþo Kurdistan milk û malê dê û bavê wan e.
Dibêjin mamoste Medenî Ferho di sala 2015an de, “Romana Kobanê” nivîsandiye. Mala wî hezar carî ava. Lê ji mafê her kesiye bipirs e: Gelo Ferho heta çi radeyê tax, kolan, malbat, êl û mirovên Kobanî nas dike? Û çend rojan li wir jiyaye?
Mixabin, Jan Dost jî diçe serê xwe bi van kesan têþîne û bersiva wan dide û li ser wan gotar dinivîsîne û wan bi “hesûdî, dexesî, zikreþî” tawanbar dike. Ne tenê wisa jî wan bi navê “Daîþê wêjeyê” bi nav dike. Ev jî ne rast e û ne baþ e, ne ji Jan Dost re ne jî ji romana “Kobanî” re baþ e. Çiqasî tawanbarkirina “Daîþê wêjeyê” mecazî be jî, qet çênabe Jan Dost jî bi mentiq û metodê apociyan nêzîkî “rexnegirên” xwe bibe.
Jan Dost, çiqas mirov ne digel nêrînên wî be, yan jî mirov bi wî re nakok be, lê di wejeya kurdî a nûjen de, navekî berz û nirxekî hêja û bilind e. Ji ber ku Jan kurê bajarê Kobanî ye, eger ew li ser kambaxî, wêranî, rûxandin û janên vî bajarî ne nivîsîne, dê kî binivîsîne? Lewma ji maf û erkên Jan Dost in ku roman binivîsîne.
Ji ber ku bajarê Kobanî xist nav wêje û romana Kurdî, divê Jan Dost were xelat kirin, ne ku êrîþ li ser wî û romana wî gur bibin.
Dibe ku hin “zigurt-migurtên” derdora PKK, PYDê bêjin: “Dema tu apocî bûyî, te jî êrîþî Jan Dost dikir, lê niha tu parastina wî dikî”. Jixwe ev mesele bûye benîþtê devê van “zigurtan” û hema dicûn û dicûn, bera heta hetayê bicûn. Rast e, min rexneyên tûnd li Jan Dost kirine, wî jî bi wê tundiyê bersiva min daye, lê em li hev hatin û ew rûpel me qulapt û em li hev bûrîn. Ji vê zêdetir, kesekî ji me bavê yê din ne kuþtiye. Lewma ez xwe mecbûr dibînin romana Kobanî û nivîskarê wê biparêzim û qampaniya li dijî Jan û romana wî, rexne û þermezar bikim, ji ber ku; îro êrîþ li ser Jan Dost e, sibe dê li ser nivîskarekî/ê din be.
Di encamê de, biraderên me yên apocî, yan jî, yên nîv-apocî, xwiya dike ku ne ew li ser Kobanî roman dinivîsinin, ne jî dihêlin kesekî din ku rexne li PKK-PYDê dike, binivîsîn e. Wisa li van nivîskarên me yên apocî û nîvapocî  hatiye ku ne tenê hemû çalakî û festîvalên çandî û wêjeyî li bakurê Kurdistanê xistine bin kontrola xwe, di nav xwe de parve dikin, lê kîjan nivîskarên rexne li PKK-PYDê dike, berî biçe Tirkiye yan Kurdistana bakur, divê “Vîze” ji wan bistîne. De îja werin vê sosretê temaþ bikin.
 
-------------
jêder: heftenameya rojnama Basnews
19-25/6/2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4643