Erebź Žemo, Bavź Romana Kurdī
Dīrok: ĒįĆĶĻ 04 ķęäķę 2017
Mijar: Nūēe



Dr. Mihemed Ebdo Elî (Rozad Elî)

Žemoyê Žamil, kurdekî ji hoza hesenî ye. Li navça Sûrmelî, li devera Qersê ku bi ser Ermenistanê de bû dijiya. Žemo kurdekî pir perîžan bû, li ba xwenedanên Ermen û Yûnanî živantî dikir. Wî zarokên xwe di perîžanî û sêfîltiyeke pir giran de mezin kirin. Pižtî jina wî ya yekem mir, ji jina wî ya duyem Ereb biçûkê du kur û sê keçikan bû. Žemo û jina xwe zarokên xwe di rewžeke pir xirab, di binê axuran û di nav kayê de mezin kirin. Ereb li sala 1897an ji dayîk bûye. Wî bi çûkanî û ta xortaniya xwe karên herî dijwar dikirin û di jiyanek pir dijwar de mezin bû. Gava bû gênc žoreža Bulžefîkan rabû û ew jî tevlî refên wê bû, tê de kar û xebateke çalak kir û ta dawiya jiyana xwe jê re dilsoz bû.


Pižtî ku žoreža Bulžefîkan bi ser ket û dewleta Sovyetistan hate avakirin, Ereb dest bi xwendinê kir û li sala 1924an ji amojgeha Lazarêf a Zimanan derçû. Wî bi zimanên kurdî, rûsî, ermenî, yûnanî, tirkî, almanî, azerî, Gurcî jî zanî. Ew demekê bû serokê amojgeha kurdî ya perwerdekirina mamostan. Li sala 1930î yek ji damezrênerê rojnama “Riya Tez” bû û ta sala 1937an rêvebirê wê bû. Li sala 1931ê bû endamê komîta navendî ya Partiya Komonîsta Ermenî. Lê li sala 1937an Cûzêf Stalîn ew dûrewarî Sîbîriya kir û nozde salan li wir ma.
Ji dahênê wî: Živanê Kurd- roman 1930. Jiyana žadewer- roman 1966. Nasikê Sexte- Žano 1930. Berbang- Roman 1958. Dumdim- Roman 1966. Pirsa Derebegîtiyê li nav kurdan- lêkolîn 1934. Pirtûkên Ereb Žemo bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ji romanên wî ya navdartir û wek dayîka romangeriya kurdî tê dîtin “Živanê Kurd” e. Ereb di romana xwe de, jiyan û serboriyên xwe ji dema zaroktiya xwe de û ta hilperîna žoreža Oktoberê bi zimanê xwe yê kurdî û bi žêweyekî hunerî î xwežik tomar dike. Pižt re ew hatiye wergerandin zimanê rûsî û li sala 1935an li bajarê Teflîsê çap bûye. Pažê zaniyar û kurdnasê rûsî ê navdar Basîl Nîkîtîn ew wergerandiye zimanê firensî. Dûv re nemir Nûrdîn Zaza jî, ew bi zimanekî zelal û xwežik ji firensî kiriye kurdî û çap bûye. Bi rastî romana “Živanê Kurd” ya Ereb Žemo, taca serê roman û nivîsên kurdî ye.
Kurdê nemir Ereb Žemo li 21ê Gulana 1978an temenê xwe kir û çû ser qedera xwe. Zor pêwîst e ku roja goçkirina Erebê Žemoyê Žamil her sal bi bîr were, û xelatek bi navê wî ji bo romana kurdî were damezrandin û dandin.…… …..






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4631