Kelbûn
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 ãÇíæ 2017
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif
 
Ji kelbûnê 
Xûna min di Sîtil a sing de bi kel e
Rêjgeh derya hezkirin a te ye 
Darbest a peyariya te
Di vî dil ê bi hêz de
Nûjen dibe


Bi guhêzê re hildipirikim
Stêrikên te yekyek pîroz dikim
Carna baskên þabûnê
Min bê hiþ dirêsin
Da ku çemên dilya yên Tavê
Li ser rawestgehên bendemaniyê de
Bi ser kederên zemînên te de berdim
 
Hêlma solafê
Bibe perdeya gewdeyê te
Û çepera hezkirina me
Da ku evîn bibe gul
Gul di þûna evînê de bibe
Xunav a li rûkê min dibare
Dizanim gulava gerdena te ye.
 
Zengil ê dengê te
Awaza guhêza min e
Jiyana min hemî  xewne
Xewna jîna min jî tuyî
Hesp ê xweþiyan  
Kenê lêvên me birevîne
Li hewalekî bilind
Xewn lê peyda bibe.
14.05.17
Kalbûn : Þewq






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4619