Seredana Gorekê
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ãÇíæ 2017
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd
 
Axînên berbangê di nav hovîtiya lepên zivistanê de bilind dibûn, axaftina ewr û birûskan govdeyê bêdengiyê diqeliþand û di zinarên xewkirî werdibû. Sermê xwe li newqa bajêr gerandibû û wêneyeke lal mîna goreke wêrankirî li ser bedena kolanên vala dineqiþand.  
Li ber deriyê mala Nazê þaxên dara gûzê rûyê xwe ji ber bayê bê wijdan çep û rast didan alî. Nazê jî piþta xwe dabû daniþteke textî û gêreyên hestên xwe li zeviyê temenê xwe yê beyar diçêrandin, bangeke girînok di gewriya wê de asê dima, bîst zivistan wê oxir kiribûn, lê ya îsal pir giran derbas dibû.


 Carina di pencereyê re li dara gûzê mêze dikir û bi ser xwe de diponijî, bi xwe re digot: Erê… erê, halê vê darê mîna halê min e, mîna dilê min sêwî ye …  mîna ramanên min tazî ye, û mîna hestên min rût e.. hawar li min hawar..
Ramanên Nazê di tarîtiya xwe de vedigevizîn heya destên sibehê li hebûna xwe digerîn û bi tiliyên tavê govdeyê zemînê dipelandin. Bayê sar mîna dizekî jîr xwe li pencereyê dida, perdeya xerbûlî ya ji rengê gewrederyayan dihejand, û rûpelên lênûsa sipî ya ku li ser masê bi xew ve çûbû diqulipandin. Ramaneke tenîgirtî di mejiyê Nazê de digerî û ew pesend dikir ku lênûska birçî carekê têr bike. Nazê dest avêt pênûsê û weha nivîsand:
(Yarê mino! Ji roja çûyîna te de çîrokên bêzariyê di guhên vî bajarî de tên xwendin û hestên min ên têrnebûyî  di heyama bîrêkirinê de tên çeliqandin. De bêje dilo! Kengî deriyên dûrbûnê wê werin kilîtkirin û toza çavlirêbûnê ji rûyê demên min dê were þuþtin?! Bes e… vegere bila keskesor di demên min de reng vede û sibeh giriyê min ji bîr bikin.. Bila êvar kul û êþan daqurtînin û bi simfoniya eþqa heyv û stêrkan mest bibin.    
Hevcêwiyê canê min!
Berî heyvekê ez çûm mala te, jineke bejin zirav derî vekir, qermûçekên rûyê wê hezar û yek çîrokên xemgîniyê digotin, min zanî ew dayîka te ye, lê wê ez nasnekirim, min jê re got: Yadê! Evîn diyariyeke ku cihê loman tê de nîne, tu min nas nakî lê ez te nas dikim. Yadê ez yara kurê te me.
Rondikên germ ji çavên wê herikîn, destê min mîna kevokeke kedî xiste nav destê xwe yê rastê, û yê çepê mîna þevên zivistanê di ser porê min ê dirêj re gerand, awirên wê yên miþtevîn dilê min þewitandin û hembêza wê ya germ giyanê min jenand.. Çendî bihna te ji wê dihat dilo..!
Ji wê rojê de, ez û dayîka te, li her sibehekê seredana te dikin, kêlika li ber serê te bi ramûsanan diwestînin û gurzek gul û reyhan li ser gora te datînin).
…………………………….
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4607