Carekê tenê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÃÈÑíá 2017 Mijar: Nûçe
Mehmûd
Badilî
Nuha..
çik
sayî ye asîmanê te
nema
ewr li asoyên te
difirin.
nema kevok paskên xwe
bi xunava heyva te
diþon.
Te barana xwe li çi deverê ji bîr kiriye… û di çi dilî de te mija xwe nuxamtiye. Anuha.. ez û çend kalemêr li ber taweþiya serma destê te, siya dîwaran li zuhabûna xweziyê dibanînin û keçikên te di zîqezîqa toza te de weke þilfiya nan li peyarên te yên bêxwedî peyvên tazî dialêsin. Ma tu hîna ji þewatê þiyar nebûyî..? va kitana pîrka min li serê wê sor dibe..!. Dibe ku tu bi pirsî çima hechecîk nema li ser têlên çekên me xwe datînin..? ma ne pîrejinên te jî nema wek berê çîrokan ji razên avê dirêsin û dilê xortan ji sîngên wan bar kirine hema ez û ne yekî dîtir nema zimanê min digere ku bêjim xanima xwe: Hîna ji te hezdikim. Duh, berî taya vê helbestê bihinekî zemîn dibin lingê min de digiriya, hêsir û azar bi bejîbûna laþê ba ve hildikþiya. Ji xwe min nizanîbû kuzlikên te jî hene û min nizanîbû ku ez û tu wek hev li tiþtan nanerin lê min digot qey em wek hev ji her tiþtî hez dikin. Loma di vê êvara çekur de dîsa tu li bîra min hat dibe ku sedem êþa tiliya min be herdem gulên sorî çelmisî êþa vê tiliyê diarihînin.
|
|