Ziman û baweriya nizim
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 ÃÈÑíá 2017
Mijar: Nûçe



Majêd A Mihemed
 
di pêþgotina pirtûka (roja helbesta kurdî) de ya li Ewropa hatýye amadekýrýn, nivîskar û rexnevanê kurd Heyder Omer di nav xêzên pêþgotinê de tînê ziman ku yek ji mebestên (ne yekser ji armancên lidarxistina helbesta kurdî li Ewropa parastina ziman e) ji ber ku belkî di tenga huner û wêje û edebiyatê re ew kesên beþdar an xwedî berhem bikaribin hezkirina ziman di xaka wan penaberan de biçînin û zemînê wan bi çanda kurdî were avdan, û di wê koþê re rexnevanê hêja got: belkî di wê tengê re (bang li revenda kurdî were kirin da ku li zimanê xwe xwedî derkevin),


û ji bo ku bi borîna salan re kur û keçêd wan li warê miþextiyê nehelin û bi demê re wek dilopên baranê di germa bejahiyê de winda nebin, çimkê bi rastî çanda bi hêz ya dewletên ewropî bi dil xweþî mirova ji çanda xwe diqetînê, vêyî ku tewir hestên bergiriyî û berevaniyê werin bala miþextan, ji ber ku mirovê bê vîn û bawerî zû xwe radestî çand û jiyana xwediyê wan derveran dike, û wek berfê mirovê sist û lewaz û keysebaz bi demê re di civaka wan dewlet û gelan de mîna hesinê li ber roj û baranê hêdî hêdî bi roj û mehan re diêrifê.
Bi rastî pir cara dibêjim ger zordarî li kurda bi dirêjiya dîrokê nehatiba kirin, belkî kurd heya vê demê nemabana, ji ber ku wek tê xuyan kurd di serxwabûn û azadiyê de xwe zû radestî guhartina demê dikin û taybetmendiya xwe wek gel û netew û civak bi hêsanî jibîr dikin.
Û ji ber ku bandora çanda ewropiya li ser gelên rojhlata navîn bi giþtî û kurda bi taybetî pir mezin e, lewra di vê derbarê de hunermendê Kurd Brader carekê di riya alavên raghandinê re peyvek balkêþ gotibû:(Ewropa ejdhakî nediyar e)  yanê tê wê wateyê ku ew çanda nermik û bi derbik e, û dikarê mirovan bêyî ku hajî xwe hebin bi teqlandina meh û salan re buxê û hîn ger ew kesna pir sist û bêkêr û lewaz bin dikarê wan wek lopaqekî berfê biçûk di orta beroþek mezin de bi hêsanî bi demê re diqirtînê.   
herweha li dawiya vê rawestandina biçûk wek têbîn dubare dikim û dikarim bibêjim: ger kurdên sed salên berê wek nifþên niha ku çawa bi ser acet û alavêd kêfxweþî û rihetiya þaristaniyê de dîn bûna, ew jî vêre þengo pengo bibana bawerim ku kurd nedigîþtin vê demê û ta vê rojê belkî nemana, çimkî pirek ji me hene, bi taybet kesên pir keysebaz, nemaze ewên di nav partî û giropêd  siyaset û rewþenbîriyê de bi cî bûne, vîca çima bi taybet me nîþanî wan kir? Ji ber ku bêtirî wan li gorî bercewendiyên xwe amade ne ku bi navî pêwîstiya guhartinê û bi navî pêþvaçûn an þaristaniyê derpiyê dayîkêd xwe jî jê bikin!.
tabî li gorî nirîna min sedema wê yekê jî û bi sedema ku mirovê ji wan bawriya xwe bi xwe nine, û ji ber ku bawerî bi xwe nînin ew herdem li benda ku yê hemberê venasînê bi wan bike, û her yekî ji wan kesên bêbawerî û xwediyê derûn nizim, amade ye ku xwe cîblaq bike ji hemû tiþtên xwe, da ku ê hemberê vêre bibêjê tu kesekî lipêþ e! tu mirovekî pêþverû ye! yanê ji nizimbûn an alçaqbûn û kêmaniya xwe amadeya ku xwe bikê pêlav ji yê hemberî xwe re da ku ew kesa an mileta jê razî be! .






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4581