Di roja Cil û Bergên Kurmancî de: Þerefo were kumê xwe
Dîrok: ÇáÓÈÊ 11 ãÇÑÓ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ 
 
  Stranek pesin ji berxwedana gotinê re.. Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek ji vê qonaxê re.. Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin û qenciyê re.. Ji evînê re.. Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji þîniyê diparêze, geþbîniyê bi ser me de dibarîne.. Erê, gotin ronahiye û evîn siya gotinê ye.


   Bi helkeftina roja cil û bergên kurmancî, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tiþtî bike û her gotinê bibêje.. Li ber dergehê vê rojê, vê qonaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pêþ de herin û di bin tava heyva vê adarê de govend û dîlanê, bi cil û bergên kurmancî bigerînin.. Û bi dengekî bilind bibêjin; (Þerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê min e..)
 
  Çîroka Þerefo were kumê xwe! Di sala 1928an de dema ku Kemalîstan divîbûn kesayetiya gelê kurd nema bikin, cil û bergên kurmancî jî qedexe kirin.. Hingî dengbêjê çiyayê Omeriya yê zîrek Ûsivkê Çelebî, bi vê strana xwe (Þerefo were kume xwe.. Ev kum, ne kumê min e..), di ber reqsa kurmancî re digot û ev kiryara Tirko protesto dikir..
  Bêguman, bijartina Roja Cil û Bergên Kurmancî, xweþ bersive ji wan Kemalistan re û bervedêriye di ber hebûn û reseniya gelê kurd de..
 
Þerefo, were kumê xwe! 
Þerefo, were kumê xwe! 
Ev kum ne kumê min e, Kumê hevalê min e.

Silêbînê bi av e, Siwar û peya da nave,
 
Þeref lawê Eyþikê, Kum qetandî bi þilfjkê,  Avêtin qeza Dêrikê.
 
Silêbînê bi tehtik e, Þeref ban kir: Ev kum ne kumê min e,
 
Kumê min ji hiriya berxik e.
 
Silêbînê bi rê ye, qetandin bi kêrê ye,
 
Avêtin qeza Dêrê ye,  Lo Kurdo! Were kumê xwe...
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4556