Beriya Mêrdînê û Çêkirina Lazimiyên Malê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 ÝÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Ji firax, lazimî û alavên malê yên ku xelkê gundên Beriya Mêrdînê bikar tanîn, bêyî wan nikarîbûn jiyana xwe ya rojane derbas bikin û ez gîham ser gelekan ji wan wek: Meþk, Heban, Hîzê rûn, Kunê avê, Den, Kûz, Cer, Þerbik, Kewar, tenûr, Tifik.. Xweþ tê bîra min dema ku gundiyan ev firax û lazimiyên malê di mala xwe de çêdikirin.
  Heçî Meþka dewkilanê, Heban, Hîzê rûn, Kunê avê an Cewdikê avê bûn ji postê (Eyarê) sewalan çêdikirin.


   Meþka dewkilanê: Divîbû ku ji postê Bizina be. Piþtî gurandina Bizinê postê wê pif didan, mûyên post kur dikirin û bi cifta ku ji qalikên berûyan, hinaran û xwê pêk dihat debix dikirin. Piþtî debixdanê bi çend rojan amade dibû ji dewkilanê re.
Hîzê rûn: Ji bo parastina rûn bû. Divîbû ku ji postê Miha be. Piþtî gurandina Mihê postê wê pif didan û tev hiriya post di peritandin, hundirê post bi Dimsa Mewîja debix dikirin..
  Kunê Avê: Ji bo ava malê bû. Divîbû ku ji postê Nêriyan be. Piþtî gurandina Nêrî postê wî pif didan, mûyên post kur dikirin û bi pelûla ji ariya qirþûqalan, bêtir ariya darên kesaxên mêwan û xwê debix dikirin..
  Heban: Ji bo parastina lezimiyên malê yên sivik bû, wek xwarinan û cil û bergan. Divîbû Heban ji postê Miha û Berxa be. Piþtî gurandinê ew post pif didan, tev hirî diperpitandin, baþ baþ difirkandin û çend rojekî di nav avê de dihiþtin, piþtî ku ziwa dibû, nerim dima.. Hingî lazimiyên malê yên xwarinê wek savar, Mewîj, nok têde diparastin.
  Sebaretî çêkirina Denê avê an cewdikê avê, Kûz, Cer, Þerbik, Kewarên malê, Kewarên Mêþên Hingiv, Tenûr, Tifik ji axa sor çêdikirin. Ew axa xam ya ku hêj pê nehatibû listin. Ew ax di nav xaka derdorî gundan de peyda dibû û nav lê dikirin (Axsorkê an Axkolkê). Hem jî bi wê axê firaxên xwe ji devê sehan helal dikirin.. Û ji bil borayê ve dixistin nav lingên zarokên xwe yên di pêçekê de..
  Ew axa sor tanîn, ji zixuran dineqandin, baþ hûr dikirin, li serad, bêjing û moxilê dixistin, paþê hin xwê, kaya hûr (ûr), mûyên karika li nav dixistin û digel hin av baþ baþ distiran. Piþtî ku ew cebla heriyê ji wê axa sor baþ hev digirt û dixemirî ji nû yekê an yekî hoste bi çêkirina tenûrê radibû. Bêtir yên ku tenûr, den, kûz, cer û þerbik çêdikirin jin bûn û bêtir mirovekî hoste biçêkirina kewaran radibû.. Du celebên kewaran hebûn; kewarên ji bo xwedîkirina mêþên Hingiv û kewarên ji bo parastina (Qûtê) malê wek Savar, mewîj, nanê malê… Piþtî ku bi dawî dihatin, baþ li ber tava rokê ziwa dikirin û paþê di tenûrê de disincirandin ta ku sor dibûn…
  Belê lazimiya kewaran; çi kewarên malê û çi kewarên mêþên hingiv bi sincirandin û sorkirina di tenûrê de nebû.
 
  Heçî tenûr bû, piþtî ku li ber rokê ziwa dibû, ew di cihê pêdivî de dihat danîn, dora wê bi kevir, xwelî û kelpîçan serrast dikirin û agirekî xurt di hundirê wê de dadidan ta ku disincirî û sor dibû.. Paþ ku sar dibû, tenûr ji ariyê pak û paqij dikirin û ji nû amade dibû ji nanpêvedanê re..
Digel ku jinên Beriya Mêrdînê ji hiriya mihan û mûyê bizinan Ber, Tejik, Merþ, Ferd, Xurcik, Kon, Werîs, Tûr, Gore, Lepik, Qutikên lixwekirinê çêdikirin..
Not: Wêne, ez û dayika xwe ne.
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 25/02/2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4540