Heyîn a pêjindar
Dîrok: ÇáÃËäíä 20 ÝÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif
 
Ji evînê re tu pêjindar î  
Ez ê vî dil î bikim tûrik ê xemên te
Û xeydan di kuncikên wî de perde bikim
Li ser kuçk ê bîranînan 
Bi xweþiya wan kêliyan re bi sotînim
Jêdera bînahiya min  
Þevên te serkaniyên xewnan in
Guhêz ê dikin zeviya aferînan


 Ka ew demroniya ku singê min balgehê te be
Û Gumlek ê min Çarçevparêz ê sermilan be
Lêvên te meywexane yên serxweþiyê bin
Dev ê min berdax be  
Ranên te bergên wêne yên pêjindarbin
Dil ji ber te jenvan e  
 
Ji firk ya heskirinê
Evin a min pêçayî ma   
Lomeyan neke
Ji dilgeþiya vî gewdeyê bê hêz
Min bi Doþav a devê xwe kedî bike 
Li ber deriyê feraþînên te
Jê dixum
Digivêþim 
Na tevizim
Li tengên þevan re sermestim ez
Awazên min ji þabûna rondikên te saz dibin
Gul li ber hestên wî ditewin
Mom di kederan de di sotin.
13.02.17  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4535