Male me ya bê derî û pencere!
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 18 íäÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



HOÞENG OSÊ
 
Xwendevanên hêja yên “Basê”, sibeha we bi xêr be. Her hefte, bi çend xêzên ku di nava wan de hinek nerîn, raman û þiroveyên xwe derdibirim, dê digel we bim. Dibe ku xwîna min ne þêrîn be. Dibe ku gotinên min tal bin. Lê em çi bikin? divêt em çend kêlîkan bi hev re parve bikin. Li min nivîsandin û li we nirxandin.


 Di nava van çend xêzan de dê hewl bidim bûyer, diyarde, nûçe...hwd bidim ber þirove û ravekirinê. Dibe ku serencamên van þirove û nirxandinan ne rast bin. Lê dimînin hewldanên di warê þopandin û têgihîþtina rewþ û rojeva me wekî netewe, siyaset, çand, rewþenbîrî, wêje, civak, xebat û liv û tevger, bi taybet em wekî kurd di nava guherîn û veguherînên herêmî û navneteweyî de, bi þêweyekê giþtî.
Bêguman, çapkirin û belavkirina heftenameyekê wekî “Basê Kurdî / Bas Türkçe” bi zimanê kurdî û tirkî gelekî girîng û wate û nameyên wê hene. Girîngtirîn wate û nameyên vê pêngavê ew e ku civaka bakurê welêt di warê hiþmendî, nirxandin, pîvan û ravekirin di bin barê yek nerîn, yek raman, yek zimanê nirxandinê, yek mentelîte û rêbaza ragihandin û çapemenîyê nemîne. Lewra hêvî ew e ku “Bas Kurdî / Bas Türkçe” di bin banê yekdozîya kurdan de pir bîrdozî, nerîn û ramanên cihêreng..., xwe bide pêþ û rengînîya civaka siyasî û rewþenbîrî ya kurd û Kurdistanê bide diyar kirin. Û jiber ku hewldaneka ragihandinê wisa bi zimanê kurdî û tirkî, di vê rewþa ku Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn liser sêleka sincirî ne û di demekî de ku hêzeka siyasî ya kurd rênade tu nerînên cuda û rexnegêr, ji ber van sedeman tev, pêwistî û giringîya rojnameyeka wekî “Bas Kurdî/ Bas Türkçe“ ku xwedî peyam û nameyeka lîberal û kurdistanî û demokratîk e, xwe dide pêþ. Bi gotineka din; hebûn û çap û belavkirina “Bas Kurdî / Bas Türkçe“ li Kurdistana bakur û Tirkiyê dide diyar kirin ka Kurdistana baþûr çiqasî girîngî dide Kurdistana bakur û Tirkiye.
Van çend salên dawî, gelek rê û derî li pêþîya kurdan vekirin û rewþa navneteweyî ji doz û mafên kurdan guncaw û xweþ kirin. Lê mixabin rewþa hundirîn ya kurdan her ku diçe nebaþ û xerabtir dibe. Birastî digel ku lîsk û metirsî û plan li ser kurd û her çar perçeyên Kurdistanê bêhtir dibin, bîr û hestên netewayî yên kurdan êrîþ li ser wan hene û têne armanc girtin û li þûna raman û hestên netewayî, hest û ramanên îdeolojîk û partîtî û herêmî têne gur kirin. Kesek jî napirse; çima?! Û ji ber çi?! Û kî berpirsyar e?! Çima her ku lîsk û metirsî û plan liser kurd û herçar perçeyên Kurdistanê bêhtir dibin di navber kurdan de perçebûn û dijatî bêtir û kûrtir dibe!? Ev pirs bi qasî serê derzîyê ji pirsên rojeva kurd û Kurdistên ye ku gerek bi leztirîn dem bersivên zelal û di cih de ji wan re werin dîtin.
Herkes, behsa girîngî û nazikbûna vê qûnaxa ku em têde derbas dibin dike û behsa metirsî û lîsk û planên dijminên mafên kurdan dike. Herkes, behsa pêwistî û girîngîya yekîtîya netewayî û yekhelwêstî ya kurdan bang dike û dixwaze. Digel van bang û daxwazên baþ û xweþik û erênî jî ku bûye benîþtê hemû hêzên siyasî yên kurdan, her alîyek siysî, alîyê din tawanbar dike ku ew astengîyan li pêþîya hêvî û daxwaza “yekîtîya netewayî” datîne. Ev diyarde jî, yek ji êþ û kambaxîyên hundirîn yên mala kurdan e. Mixabin, wisa li civaka me ya kurdan hatiye ku her hêzeka siyasî - biçûk be yan mezin be - xwe dibîne “þivan” û gel wekî “pez” dibînin. Ya ji vê yekê sosret û kambaxtir jî ew e ku qata nivîskar û rewþenbîr tevlî vê gerînekê dibin û dibin hevbeþê vê malwêranîyê!.
Digel hewldanên lawazkirin, dorpêçkirin û pûçkirina raman û bîr û boçûn û hestên netewayî herwiha hewldanên têkbirina bîr û boçûnên rexne û rexngirî hene û civaka kurd her ku diçe ber bi “dogmatîzma” îdeolojîk ve tê dehfdan. Di vê derbarê de baþ tê nas kirin; ku dema civak ji hiþmendîya rexnegirî tê dûrxistin “domgatîzim” xwe dide pêþ û civakê ber bi “kerîbûn”ê ve vediþîne.
Di derbarê vê mala me ya bê derî û pencere de, tew em hîna qerf û tinazên xwe bi cîranên xwe yên ereb, tirk û fars dikin!. Ne tenê wisa jî, berpisyarîya hemû kêþe û pirsgirêkên xwe davêjin ser piþta Enqere, Tehran, Bexda, Þamê û civaka navneteweyî. Birastî, rewþ û þert û merc jibo kurdan guncaw in, lê em ne amade ne. Her roja ku derbas bibe, destên me liser dilên me ne û em dibêjin; “xwazîya bi duh”. Ta ku mala me tevlihev û ne liser hev be û bê derî û pencere be, em çima gazin ji dijminên doz û mafên xwe dikin?! Mala me ya bê derî û pencere mala problem, kêþe û pirsgirêkên navxweyî ye. Mala me ya bê derî û pencere, dê kengî bibe mala me û tilî û destên xelkê ji nav me û mala me derkevin!?
------------
Jêder: heftenameya Kurdî ya rojnama Basnews
Hijmar 3 / 16 - 22 Çile 2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4511