Nerîneke rexneyî derbarê romana «Hefteyeke dirêj li Amedê» a Fewaz Husên.
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 íäÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Êvara roja 18/12/2016an li bîroya Kurdî li Brûkselê semînara nivîkar û helbestvan Hoşeng Osê hebû. Semînar xwendineke rexneyî derbarê romana "Hefteyeke dirêj li Amedê" a romanivîs û wergêr Kurd Fewaz Husên bû.
Di destpêkê de Osê, xwediyê romanê bi beşdaran ve da nasîn û got: Fewaz Husên di sala 1953ê de li gundê "Kurdo" yê girêdayî bajarê Amûdê ye, hatiye jiyanê.  ji sala 1978an ta 1992an li Parîsê maye û ji sala 1992an ta 2000î li Stokholmê mayê û piştre vergeriyaye Parîsê.


Di sala 1988an xwendina xwe a bilind li zankoya "Sorbonn"ê qedandiye. bi zimanê Kurdî û Ferensî dinivîsîne. Gelek berheman bi Kurdî nivîsandiye, ji wan; "Siwarên Êşê" (1994), "Amîdebad" kurteçîrok (2001), "Parîsebad" roman (2010), "Barê şevê" roman (2012), "piçek jiyan, qetek esman" (2014). Herwiha gelek pirtûk jî ji Ferensî wegerandiye Kurdî, ji wan; "Biyanî" romana romanivîsê Ferensî yê navdar Albert Camus, (2012).
 
Osê axaftina xwe berdewam kir: romana "Hefteyeke dirêj li Amedê" ji 173ê rûpelan pêk tê û ji weşanên "AVESTA" li Stenbolê sala 2015an hatye çapkirin.
Piştre Hoşeng Osê bi kurtî li çîroka romanê rawestiya û vegot ku çîroka kesek bi navê Ferzend e, ev 25 sal in ji Amûdê koçkiriye û li Parîsê dimîne, piştî şoreşên cemawerî yên rojhilata navîn çêdibin, Ferzend dixwaze veger welêt û ji pişt sînorê Turkiyê ku Kurdistanê kiriye 4 perçe, dixwaze li çira û lempeyên Amûdê temaşe bike û "çi dibe bele bibe".
Dighêje Amedê û bajêr di wê rewşa kambax de ji aliyê aborî, siyasî û bi taybet rewşa nîvkuştî a ziman Kurdî dibîne. Di pêvajoya rêwîtiya Ferzend  de gelek tiştên balkêş û verciniqandinê pêrgî wî tên, lewma barê êş û janên wî dubare û sêbare dibin.
Osê piştî bi kurtî û hûrbînî jî romana 173ê rûpelî di nîv katjimêrê de vegot, berê xwe da nirxanidina rexneyî derbarê vê têkstê û got ku ev roman ji girîngtirîn romanên bi Kurdî ku di van  10 salên dawî de derketine, eger ku ne romana herî girîng be. Ne tenê ji ber hostaya nivîkarê wê, û ne tenê  ji aliyê asta wê a wêjeyî a bilind lê ji ber wêrekiya ber bi çav û  berz ku di romanê heye. Ev roman van 30 salên dawî yên dîroka Kurdan li "serxet" û "binxetê" dinirxîne û bi tundeî rexne dike. lewma mirov dikar bêje ku romana "Hefteke dirêj li Amedê" helwesteke wêjeî rexeneyiye li rewşa şer û encamên şerê di navbera PKKê û dewleta Turk de ye. Ev roman hemû aliyên şer rexne dike û êş û janên civan û mirov û xweza dide pêş.
Osê gotİ; Fewaz Husên di vê hewldanê de serketiye û kevireke mezin avêtiye golê û gelek pirsên wêrk yên civakê, ne bi şêweyeke siyasî lê bi metod û rêbaz û şêweyê hinera wêjeyê livandiye. Osê dawî li axaftina xwe anî û got; ta nuha, dibe ku piştî Kamîran Bedirxanê bi Ferensî helebst dinivîsand, Fewaz Husên girîngtirîn nivîskar û romanvîsê Kurd derdikeve pêş.
Piştre derî li pêşiya beşdaran  vebû da ku pirs û nerînên xwe bêjin.
 

 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4498