Jina Zana.. Di Nerîna Mêr DE*
Dîrok: ÇáÃËäíä 02 íäÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd

Di civaka me de axaftin û tevger li ser mafê jinan xurt e, û ta rêjeyekê, jina Kurd roleke sereke û balkêþ di civakê de lîstiye û di pir waran de kesayetiya xwe çespandiye, bêguman ew jî cihê serbilindî û þanaziyê ye.
Hin civatên mêran wateya ”jin“ bi jiyanê ve girêdan û herweha ew pîroz dîtin, hinan jî bi gotinên wek ”afret, xatûn, xan, xanim…..“ jin bi nav kirin, lê tevlî wê jî, eger em jiyana jinê, û bi taybetî di hundir malê de, biþopînin, emê bibînin ku gilî û gazincên jinan ji mêran gelekî zêde ne, û herdem ew ji rewþa xwe ya bindest gilîkar in..


 Di rastiyê de derûn û kesayetiya mêran berhema bîrûbaweriyên civakê ne, û nerîna wan derbarê jinan rewiþteke ku ji çûkaniyê de li ser perwerde bûne ye, û taybetmendiyeke civaka me heye, nemaze di nav refên xwendevan û rewþenbîran de ku ew pir dibêjin lê pir kêm dikin, kêmbaweriya wan bi beþdarbûna wan di tevgera azadîkirina civakê bi giþtî û ya jinan bi taybetî de bandoreke neyînî li civakê bi tevahî dike, lewre di nav mêran de kesên mafnas, wek piþtgirên jinan kêm in û ew di mafdanê de bê dad in, di civakê de durû û duber in, û bi hemû þêweyan astengiyan li pêþ jinê çêdikin û hin caran, jin jî bi wan re dibin alîkar û ji pêþketinên jinê re dibin rêgir û rikber, lê di heman demê de, jin buhaya vê yekê dibin, jiyana wan bi karê malê, mezinkirina zarokan û razîkirina mêrê xwe derbas dibe, û hin caran mêr gefê li wan dikin û lê didin.
Belê.. rewþa jinan, bi  taybetî li welatên þûndemayî, bi vî rengî ye, ne dûr e ku ew mêrê ku tundiyê li jinê dike û li mafên wê mikûr derdikeve yek ji wan piþtgirên þoreþa azadiya jinê be, ne dûr e jî ku ew ji qatên rewþenbîr û siyasetmedarên ku bi diruþmên wekheviya jin û mêran rûyê partiyên xwe dixemilînin be.
Pir caran em rastî mêrekî tên ku xwe wek mirovekî zana û pêþketî dibîne û ji serkeftinên jinan re li çepikan dide, lê di hundir mala wî de jinek ji ber tîbûna azadiyê dinale, ango ew mêrê han, bi hezaran bend û qeydan di riya jin an keça xwe de datîne, nemaze ku jin zana û jîr be, berûvacî wê jî em kanin bêjin ku xurtbûn û jîrbûna jinê hevrikiyê bi mêr re peyda dikin nexesm ku ew mêr ji van salixdanan bê par be, bêguman ewê diltengiya xwe diyar bike û ji bo sînorkirin û sarkirina vîn û hêza jina xwe perdê derewan ji ser bîrûbaweriyên xwe yên rasteqîn rake û bi hemû þêweyan jinê bindest bike, ma gelo nerîna mêr ji jina zana û pêþketî re metirsî ye yan zikreþî û xîret e?!!
Desthilatî herdem setemkar e, û her mafekî li hember xwe difetisîne,  bi ya me be jina zana û serkeftî ji mêr û civakê re parêzvan û alîgir e, divê rê li ber wê netên girtin  ta ku civak pûç nebe.
 
*  Rojnama Rewþen, hejmar (20)






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4496