Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest.. Xelek 21
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Sincên zanyarê Kurd Mela Ehmed Goranî
Mamosteyê sultan Mihemmed El-Fatih
Li kêlek zanînê û dilsojiyê, diyardeyeke din di jiyana zanyarên Kurd ên dêrîn (kevin, pêşîn) de he ye, ew jî xwebawerî ye, ku xwe ji desthilatdaran re danînin, wek nimûne, em guh bidin dîrokzan Ezzehebî, ka li ser zanyarê Kurd Simaîl keurê Elî kurê Mihemmed Goranî ҫi dibêje: “destên xwe ji dinyayê kişandibû, xwedaperest bû, dawa qenciyê li xelkê dikir, gelekî rêzdar bû, li gel qeralan hişkber û şêwirdar bû, sitema wan pirotesto dikir, û diyariyên wan nedigirt”. Ev yeka di jiyana zanyar Mela Ehmed Goranî de jî diyar e.


Mela Ehmed Goranî û hukumdaran:
Mela Ehmed Goranî bê tirs rastî digot, li gel sultan û şalyar bi nav daxifî, wek nimûne, ewî nedigot (ez benî), eger pêrgî sultan bihata, silv lê dikir, bê ku bejna xwe dagerîne, silav bi dest dida sultan, lê destê wî ranedimûsa, bi ser de jî sultan destê wî radimûsa, roja cejnê, eger sultan ew venexwenda, ew nediҫû bal wî.
Berê jî derbas bû, ku wî fermanekî sultan Mihemmed El-Fatih ji hev qetand, ji ber ku li gor îslamê ne rewa bû. Min di dîroka osmaniyan de zanyarekî ewqas bê tirs gotina xwe bêje, nedî. Ewî şêwr li sultan Mihemmed dikir, û digote wî: Xwarina te heram e, cilên (kinc) te heram in, divê tu ji xwe haydar bî.
Mîrekî osmaniyan, navê wî Teymûr Xan bû, nameyek bi karmendekî postxanê re ji bo karekî şand, û gote wî: Eger tu hewcedarî hespekê bû, hespa kê be, ya kurê min Şahrux be jî, bibe. Karmed ҫû, bi rê de dît, ku zanyarê navdar Seideddîn Etteftazanî  سعدالدين التفتازانيdi bin konê xwe de rûniştiye, û hespên wî li pêşiya kon girêdayîne, ewî hespek ji wan bir, û bi riya xwe de ҫû. Ev nûҫe gihêşt Mela Goranî, pê re jî rabû bi giranî li wî karmendî da, wî jî ev yeka ji mîr Teymûr Xan re hewal da, Teymûr Xan gelekî xeyidî, û got: Eger kurê min Şahrux wusa kiriba, minê ew bikuşta, lê ezê ҫawa mirovekî, ku her diҫim bajarekî, dibînim pirtûkên wî beriya şûrê min derbas wî bajarî bûne, bikujim?
Mela Goranî bi xwe jî ev bûyer ji sultan Mihemmed re hewal da, û gote wî: pirtûkên min li Mekkeyê tên xwendin, û şûrê te hîna negihêştî wir. Bi ser ku ev nûҫe jêhatiya bê hempa dide xuyan, diyar dike jî, ku Mela Goranî sultan Mihemmed ji bo firehkirina dewleta xwe germ dikir. Bi rastî jî rola wî ya giring di germkirina sultan de bo dagîrkirina Qustentîniyyeyê, paytexte Rûm (Istanbula naka) sala (1453z) he bû, û gava sultan da ser Qustentîniyyeyê, ew jî pê re bû.

Di serdema sultan Bayezîdê duwem de:
Di pey mirina sultan Mihemmed re sala (1481z), kurê wî Bayezîdê duwem bû sultan, carekê, bi boneyeke ayînî, berdestekî sultan, di rojeke baranbarîn de ҫû bal Mela Goranî, û gotê: Silavên sultan ji bo te he ne, û dixwaze tu sibeyê seredana wî bike. Mela Goranî gotê: Ez naҫin, ji ber ku îro baran e, solên min wê bikevin heriyê de.
Berdest vegerî û bersiva Mela Guranî gîhande sultan. Sultan gotê: Bêje Mela sultan te silav dike, û dibêje tu dikarî li wî cihê, ku sultan ji hespa xwe pey dibe, peya bibî, da solên te nekevin heriyê. Vê carê Mela wusa ҫû bal sultan. Gelo kesek diwêrîbû bi vî awayî li gel sultanên osmanî baxifiya?
Mela Goranî carekê xwast, ku konekî ji bo wî li dervayê Istanbulê venin, ewî bihara xwe di bin wî konî de bihurand, di pey re xwast, ku baxҫeyekî jê re li wir bikirin. Şalyar her hefteyê carekê diҫûn serdana wî. Berbanga rojekê nimêj kir, û pê hay bû, ku mirin nêzîk dibe, pê re jî xwast ku nivînekê jê re li mala wî li Istanbulê amade bikin, û got: Her kesê, ku min hîn Quranê kirî, agah bikin, gava hatin agahkirin, hemî hatin û amade bûn, wî jî gote wan: Min maf li bal we ye, îro jî roja dayîna wî mafî ye, Quranê bi ser min de bixwînin heya êvarê. Wan jî wusa kirin.
Şalyar bi rewşa Mela Goranî hatin agahkirin, ku ew ber bi mirinê de ye, ew jî hatin bal wî, û şalyar Dauod Paşa giriya, ji ber ku navbera wan hezkirina mezin bû. Mela Goranî gotê: Dauod Ҫima tu digirî? Dauod Paşa got: Rewşa te min digirîne. Mela Goranî gotê: Dauod bi ser xwe de bigirî, ez bi hêminî li dinyayê jiyam, û bi hêminî jî bi dawî tînim.
Mela Goranî gote şalyaran: Silavên min ji bo sultan Bayezîd, û dibêjim bila nimêja termê min amade bibe, û berî ez têm gorkirin bila hemî deynên min bide. Û paşê jî got: Gava we ez danîm ba gorê, bi pêyên min bigirin, û min ber bi keviya gorê de rakişînin, û paşê jî min tê de dînin.
Di ber êvara heman rojê de Mela Goranî mir, û sultan Bayezîd beşdarî nimêja termê wî bû, û deynên wî, ku sed û heyştê hezar dîrhem bûn, dan, û gava termê wî danîn bal gorê, kesekî newêrîbû bi pêyên wî bigire û rakişîne, vêca hesîrek hanîn, termê wî danîn ser hesîrê, û ber bi keviya gorê de rakişandin, û paşê danîn gorê de. Hemî nişteciyên Istanbulê şîndar bûn, dengê giriyên biҫûk û mezinan, jin û xortan bilind bû. Ew sala (892k / 1488z)) mir.

Sê diyardedyên giring:
Di rêveҫûna jiyana zanyar Mela Goranî de sê diyardeyên balkêş he ne:
Diyareya yekem: Xwebawer bû, û di têkiliyên li gel desthilatdaran de ji ya xwe nedima, wek ҫawa li gel xelkê têkil dibû, wusa jî li gel desthilatdaran, û bi wan re rû bi rû dibû, ҫi kesekî din nediwêrî wusa bike.
Diyardeya duwem: Parezêr û bervedêr û hevaldostê zanyaran bû, egere cihkarekî ji yê wî bilindtir bidana kesekî, û ew haydar bikirana, da li ber rabe, digot: “Mirov kêmasiyên xwe nabîne, eger ji min ne ҫêtir ba, Xweda ew cihkar nedida wî”.
Diyardeya sêyem: Nebûna mêldariya kurdistanî di rêveҫûna jiyana wî de. Mirov li wê bendê bû, ku zanyarekî wek wî payebilind hem agehî û hem jî ramanî li gel miletê xwe hevbest be, û zanîna xwe ji bo miletê xwe bixebitîne, lê me ev yeka ne di rêveҫûna jiyana wî de, û ne jî di yên zanyarên Kurd ên din de, nedî.
Dagîrkirina ҫandî, di serdemên îslamê de, metirsîtir bû, ji ber ku mêldariya ayînî navdewletî şûna mêldariya netewî stand, pê re jî polîtîkên helandina nasnameyên gelan di nasnameya îslamî navdewletî, di bin saloxana (biratiya îslamî) de, serdest bûn, û li dirêjiya sedemên îslamî de entilcênsiya kurdî (rewşenbîr û siyasetmedar) bi coşa bê hempa ji bo neteweyên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn, xebitîn û kar kirin.

Jêder:
1.      Hacî Xelîfe: Keşfuzzunon: 1/646, 2/ 1370, 1486.
2.      Ezzehebî: Tarîx El-Îslam, 14/498.
3.      Ezzîreklî: El-e,ilam, 1/79.
4.      Essuyotî: Nezmul-îqban, 38.
5.      Eşşewkanî: Elbedruttalêi, 1/39
6.      Taşkubrî Zade: Eşşeqayêq Ennu,imaniyye, rû 52 – 108.
7.      Elî Muhemmed Esselabibî: Eddewle El-Osmaniyye, rû 90, 106, 121, 137, 139, 140, 541.
8.      Elî Muhemmed Esselabibî: Fatih El-qustentîniyye Essultan Mihemmed Elfatih, rû 87, 123, 144, 175, 180.
 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4489