Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz
1373
Belgên
gulê çilmisîne!
Kes
nabêje ew weþiyan!
Ew
mehiyan, ew qetiyan!
Ew
keliyan, ew riziyan!
Gul hatiye ber mirinê!
Gul ji hêþînbûnê ketye!
Gul ji mezinbûnê ketye!
Kes nabêje, ewa tî ye!
Bavo fikra mala xwe ye
Hizra bejn û bala xwe ye
Ew dibêje mira çî ye?
Ez ça bikim ewa tî ye?
Bovo dibêje diya min
Tu guh nede wî kurê min
Tîr û kevan me ra bes e
Þîva þevan me ra bes e
Em ça bikin gul bêkes e?
Dayê fikra hêkan da ye
Hizra telîse ka da ye
Heta mirîþka xwe dayne
Heta cûcikên xwe wayne
Çî wê ra gul berê nayne!
Bira fikra malê xwe ye
Hizra rengê þalê xwe ye
Yan jî fikra xebatê ye
Yan jî hizra dawetê ye
Kêfkirin xwaziya wî ye
Ew ça pê bike gul tî ye?
Xwîþk jî fikra tevna xwe ye