Komkujiya sînema Amûdê
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Mehfûzê mele silêman
 
Hêstir Wê herdem bi barin
Kezeb û dil wê bi arin
Ta ku em bi kar û barin
Heya hiþ û bext þiyarin


 Deng û dîmen tim zindîne
Pêt jî wek dûmanê dîne
Kurd jê re xizm û xwedîne
Çi bajarî.. çi gundîne
 
Were mîjoyê bixwîne
Were rewþa me bibîne
Jiyana me tim bi xwîne
Karê me þîn û girîne
 
Duþemb e, lê reþ û sare
Sêzdeh e  ji kewberdare
Ne sibeh e ..ne êvar e
Kul û derd e hem azar e
 
Amûdî  dikin hawara
Agir girtiye dîwara
Law þewitîn bê hejmara
Ji hemî malbat û tara
 
Zarok dikin zîr û wîra
Dê jî didin qîj û qîra
Çare nake ava bîra
Ne þîretê jîr û pîra
 
Pirsyar bi gef û zorê
Þagirt hemî xistin dorê
Berê wan dan nava gorê
Bûn qurbanê bext û torê
 
Piþtî  firyad a pir bi coþ
Amûdî  bûne  siyahpoþ
Bo Cezayir a bê qidoþ
Ya tim neyar û kurdfiroþ
 
Mihemed  xas ê deqorî
Bi camêrî bû cangorî
Giha asta herî jorî
Ew bûwe lavij û lorî
 
Dîrok e, lê pir xemgîn e
Her sal nûjan û birîn e
Rojek bi þîn û girîn e
Nîþan e, lê qehr û xwîn e
 
Tu carî naçin ji bîra
Pakrewanên wek xetîra
Didin çîk û tîþk û tîra
Rê vedikin li ber kwîra
 
Bê rapirsîn ma.. bobelat
Bê siza ma.. ew deshilat
Qerebo  jî ma bê awat
Bûn qelenê doza welat
 
Ma ye peyker ê sînem ê
Bû we zingil ê her dem ê
Nîþan a bûyer û xem ê
Ya komkujiya sînem ê
---------------------------
Qamiþlo – 15.11.2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4476