Cengîz Aytmatov
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Torevanê qirgizî Cengîz Aytmatov xwediyê xweştirîn romana evînê di cîhanê tevî de wek helbestvanê fransî Aragon dibêje, di sala 1928an de li Qirgizistanê hatiye ser rûyê goka zemînê û piştî 80 salî ji danê, ji kefteleftê, di warê torevaniyê de, di warê dîplomasiyê de wisa jî rojnemegerî, wergerandin û…hwd, li Almanyayê di sala 2008an de bi nexweşiya êşa gurçikê çû ser oxira xwe.


Torevanê qirgizî wisa jî rûsî desteyek roman û çîrok yek ji ya din xweştir li pey xwe pişkivandine:
1. Cemîle 2. Mamosteyê Yekemîn 3. Roj ji Salekê Dirêjtir Dibe 4. Rêça Paleyiyê 5. Sêdare 6. Gemiya Spî 7. Oxir be Gulsary 8. Quling Zû Difirin 9. Darika Min di Hemawîk Sor de 10. Dema Çiya Tên Xwarê 11. Bûka Nemir û çend berhemên din.
Bûyerên romanên Cengîz Aytmatov timî li cî-warê zaroktiya wî ne, wisa jî cihê xortaniyê. Çîrokên wî ji bo derdora 90 zimanî li seranserê cîhanê hatine wergerandin û belavkirin.
Di romanên xwe de, Cengîz bal dikşîne ser aliyê derûnî û rewanî yê mirovan, wisa jî hişyariyeke zêde dide xweza û siruştê.
Di sala 1937an de, bavî wî li Moskowê hat bi darvekirin, lewma hîn 14 salî bû kar û barê malê yê giran ket ser milên wî.
Cengîz jiyana qirgiziyan wek koçeriyê bi çavê xwe dît, wisa jî ser wê jiyanê pîrika wî gelek çîrok jê re digotin. Di vî warî de jê re bûbû wek mamostê yekem gelek tiştên baş û giran û kûr jê dibihîstin.
Carekê ji torevanê me Cengîz pirsîn ka tu çawa çîrokê dinivîsîne, wî got: Dema ez dixwazim çîrokekê li ser bûyerekê binivîsim, ez cil û bergên xwe dixim çenteyê xwe de, diavêjim ser milê xwe û bi tena xwe bi malîtî diçim devera çîrokê, ez dor çar mehan li wir dimînim, li wir dirazim û li wir dixwim û vedixwim, her tiştî bi çavê xwe dibînim, wisa jî bi guhê xwe dibihîzim.
Piştî çar mehan ez vedigerim mal, dor şeş mehan jî ez li ser wê bûyerê bi xwe dixwînim, paşê dest bi nivîsandinê dikim ew jî dor salekê bi min re dirêj dike..ez çîrokê wisa dinivîsim!
“Bavo qurban ji xwe wê çîroka te xweş be! Torevanên me yên Kurd di şev û rojekê de wek nanê sêlê çîroka xwe dişeliqînin û dibêjin ka çima em nagihêjin bejna filan û bêvan nûserê cîhanî!”
Xortê ku pirsa çîrokê jê kir welatparêzekî Kurd bû. Cengîz Aytmatov agehdar kirin ku vaye xortek ji kurdên Sûriyê dixwaze te bibîne, wisa jî te vedixwîne ser xwarinê. Cengîz got na ew mêvan e, divê ez xwarina wî çê bikim, divê em wî bînin malê, şerm e bo me qirgiziyan.
Çiqasî camêr bi nav û deng bû, ewqasî jî çavnas û hişbîn bû, adetên bav û kalan li ba wî xêza sor bûn.
Bavê wî komunîst bû, zû di pêpelûka partiya xwe de bi jor ket, wisa zû jî bû yek ji qurbanên polîtîkaya Stalîn a bi saw, ew dor temenê sî salî bi derve kirin, êdî Cengîz tevlî dayika xwe ji Moskowê vegeriya Qirgizistanê.
Ji ber tu kesê xwenda li gundê Cengîz nebû, sala 1942an ew wek sekreterê partiyê li wir destnîşan kirin. Gelek kar û bar li ser milên wî danîn. Yek ji wan karan veguhastina nûçeya mirinê bû ji bo malbatên wan kesên ku di cenga duyem de dihatin kuştin.
Piştre wek bacgir kar kir. Vê hişt ku ew cografyaya welatê xwe baş nas bike, wisa jî hişt ku rewşa cotkarên qirgizî û rengê jiyana wan ji nêz ve bişopîne.
Paşê xwendina xwe “perwerdeya ajelan” bi serî kir û bû (pisporê veterner), wisa jî bawernameya (ajelnasiyê) wergirt.
Cengîz di wê demê de dest bi nivîsandinê kiribû, gotarên wî jî di kovaran de dihatin weşandin. Paşê wek şagirt di amojgeha Gorky a bi nav û deng de hate qebûlkirin û bi nivîsa Cemîle navê wî di cîhanê de belav bû.
Paşê Cengîz karîbû bûyerên navxweyî yên navçeya Asyaya Navîn û kevnetorê wêjeya Rrûsî bi hev re bi zanebûn girê bide.
Aytmatov karîbû di wê qurçika teng de (di wê riya çûk de) a ku çavdêriya Sovyet li ser wêje û edebiyatê danîbû, wî baş karîbû tê de kefteleftê bike ta bû wek mûmeke ruhnî da cîhanê, roj bi roj û sal bi sal her û her ruhniya mûma wî geştir dibû, çi li Ewropa û çi li Rojhilata Navîn.
Wî digot ku Kurd jî wek me qirgiziyan di bin darê zorê de mane, êş û azar bi dehê salan kişandine. Geşbîn bû bo meseleya kurdî, digot avakirina dewletan vêga bir hêsan bûye.
Digot dema herifandina Sovyetê, ji bo Qirgizistana me pisporê akademî wek şêwirdar anîn, me di dibistanan de her du ziman (yê rûsî û yê qirgizî) bikar anîn, digot tu dikarî herî baştirîn destûr ji welatê xwe re binivîsî, tu tiştê baş yê wan dewletên din bixwînî, ne xem e ku yarmetiyê jî ji wan kesên pispor di vî warî de bistînî.
Dawî ew bû yek ji rawêjkarên nêzîk yên Gorbaçev di rêveçûna perestroika de, wisa dixwest ku cîhan dev ji çekên atomî biqere. Û jiyanek mirovatî nuh ava bibe, timî pabend bû ji bo mafê mirovan nemaze yên gelên bindest.
Di dawiya vê gotara xwe de, ez dikarim bêjim ku romanên Cengîz Aytmatov wek tabloyên wênekêşan tên ber çavê xwendevan, deng û şewqa dasikê tê de diberiqe, wisa jî bêhna xwêdana palan jê difûre.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4474