Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest... Xelek 18 .. Nişkekuştina sultanê Kurd ê Eyyobî Toran Şah
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Polîtîkayên Toran Şah:
Piştî serkeftina sultan gewre Toran Şah li hember artêşa Firansayê, û nemana metirsiyên derveyî, bala xwe bi ser rewşa hundirîn de kişand; pêşî desthilata hevsera bavê xwe (Şeceretuddirrشجرة الدُّرّ) kêm kir, û mal û milk û gewherên bavê xwe jê xwastin, ku radestî wî bike, û kire bin ҫavdêriya xwe, û gef û gurr jî danê, vê lomê ew ji wî  bi kîn bû, û poşman bû, ku ew (ango Toran Şah) hanî,û desthilat da dest wî, tevî  ku wê tembiya sultan Essalêh السلطان الصالح  cîbicî dikir, ku Toran Şah dê bibe sultan, û hemî mezinên dewletê ji bo cîbicîkirina wê tembiyê sûnd xwaribûn([1]).


Helwesta Toran Şah li hember Şeceretuddurr ew xeyidand, vêca wê hevbendî  li gel ebebozan (memalîk) dij wî guirêda, berztirînên wan ebebozan jî Îzzeddîn Eybek عزالدين أيبك , Farisuddîn Eqtay فارس الدين أقضاي , Beybers ê Bendeqdarî بَيبَرس بندقداري  û Seyfuddîn Qutuz  سيف الدين قُطُزbûn. Di heman demê de Toran Şah biryar da, ku karmendên rêvebiriyê û leşgeriyê, yên ku di dema bavê wî de li ser kar bûn, biguhêre; ewî bi vê tevdîrê desthilata ebebozan û desthilatdarên din kêm kir, û Kurdên ku bi xwe re ji bakurê Kurdistanê hanîbûn, li şûna wan danîn. El-Meqrîzî  المقريزيdibêje:
Sultan Elmuezzem المُعَظَّم ebebozên, ku bavê wî ji bo kar û barê xwe hewirndibûn, dane alîkî, û hemî mîr û şêwirmend û parêzger û xizmetkarên bavê xwe jî bi dûr de xistin, û kesên xwe, ku pê re hatibûn dan pêşiya wan, û karên dewletê da dest wan”([2]).
Xuya ye lehengiya Toran Şah ji pendiyariya wî pirtir bû, ewî pilan û razên xwe  li pêş kesên ne layiq bûn, aşkere dikirin, û bi lez biryarên metirsîdar digirtin, û di dema ku diva bû, ew li bi pendiyarî  gel ebebozan tev bigere, ta ku desthilata xwe hêzdar bike, ewî  bi ҫavê biҫûk li hêza wan dinerî, û şêwirmendên ku li ba wî bûn jî ne pendiyar bûn, û xuya ye ku wan ew ji bo jiholêrakirina desthilata rêvebirên ebebozan hêrsdar kirin, ew bi şev serxwoş dibû, û mûmên li kêlekê bûn bi şûr dibirrîn, û digot: “Ezê deryayînan (behriyan البحرية ( wusa bikim, û navê her yekî jî aşkere digot”, ango ezê ebebozan wusa bikin([3]).
Li gor logîka polîtîkî, diva bû ku sultan Toran Şah, berî pilana xwe dij ebebozan aşkere bikira, pêşî Kurdên, ku li Misirê bûn, yekrêz bikiranan, û li derdora xwe bicivandana, xwe bi wan hêztir bikira, lê wî bevacî vê yekê kir, Qeral El-Muxîs El-Eyyobî المغيث الأيوبي ji Misirê surgun  (keleha Şobek الشوبك ) ya li Urdunê kir, da li wur bê zîndankirin, û Qeral Esseîd El-Eyyobî  السعيد الأيوبي ji Misirê surgun Dîmeşqê kir, û ew li wur hat zîndankirin, û mîr Husameddîn El-Hedbanî حُسام الدين الهدباني ji cîgeriya sultaniyê li Qahîreyê derxist û bê nirx hêşt, tevî ku ew destê rastê yê sultan Essalêh bû, û wî mirovek nehênî rêkir (Heskêfê) ba Toran Şah, da here Misirê, û berî drefet dihere , sultaniyê, di pey mirina bavê re, bigre destên xwe([4]).
Nişkekuştina Toran Şah:
Ji bo desthilata ebebozan ji holê rake, sultan Toran Şah dest bi pilanekê kir, hinekên wan ji kar avêtin, û pilekarên, ku hinekên din dixwastin, nedane wan, ew jî lêqulibîn, û dema ku ew li bajarê Faresko (li parêzgeha Dîmtyatê ya ber delavê deryayê)  li ber sifra xwarinê bû, hêriş birin ser wî, Beybers jî di pêşiya hêrişkeran de bû, bi şûr da ser wî, lê Toran Şah lêdana şûr bi destan girt, pê re hin tiliyên wî hatin birrîn, û bizîşkek hanîn, birîna wî derman kir, û wî jî sûnd xwar, ku wê ebebozan hemiyan bukuje.
Xuya bû, ku rêvebirên ebebozan li destpêkê ji bo kuştina Toran Şah li hev nekiribûn, lê gava bihîstin, ku ew sûnd duxwe, ku wê dawiya wan bîne, wan jî gotin hev: “Wî bikujin, eger hûn nekujin, wê dawiya we bîne”, û bi şûran dan ser wî. Toran Şahî, tevî ku xwîna wî diherikî jî,  hilperikî ser birceke darî, lê ebebozan agir berdan bircê, û kevan bi ser de barandin, wî jî xwe ji bircê de avête xwarê, û bi cilên Eqtayî أقطاي , rêvebirê ebebozan girt, ku arî wî bike, lê gava  Eqtayî nebû alîkar, ewî ber bi ҫemê Nîl de baz da, xwe avête ava nav, û gote hêrişkeran:
“Ez mal û milk naxwazim, rê bidin da ez vegerim Heskêfê. Ey misilmanino! Ma kesek ji wî nîne, ku min biparêze û arî min bike?! Leşker hemî li ser piyan bûn, û kesekî jî bersiva wî neda, û kevan ji her alî de bi ser de dibarîn, û li pey wî avjenî kirin, û di ҫem de bi şûran ew qet qet kirin, ta ku birîndar û şewitî û fetisî mir, û hevalên wî jî bazdan û ji ber ҫavan wendabûn”([5]).
Termê sultan Toran Şah sê rojan li ser delavê ҫemê Nîl ma, ta ku werimî, ji bo tirsa ji ebebozan, keskî newêrî ew bixsta gorê, ta ku Îzzeddîn عزالدين, şandeyê xelîfeyê ebbasî El-Mu,tesêm Bîllah  المعتصم باللهtika kir, da hate xistin gorê de([6]).
Bi rastî jî dîmenekê teracîdîk û watedar e, ebebozên Tirk hevdu girtin, awanbazî li sultanê Kurd kirin, bi tundî kuştin, û nebûn alîkarên, û tikayên wî û destkêşana ji sultaniyê jî nepejirandin, û nehêştin termê wî bin ax bibe. Di heman demê de Kurdên, ku li wur bûn, ji xwe re lê sêr kirin, wek ku ti têkiliya wan pê re nîne, ne tenê wusa, ewan baz dan û ji ber ҫavan wenda bûn, tevî ku sultan Toran Şah di wê rewşê de bû, û didîtin ku dewleta eyyobî hildiweşe, û dikeve bin desthilata ebebozan.
Ev dîmen pirîcar di dîroka kurdî, ҫi ya kevin û ҫi ya nû de, dubare bû ye, û dîmenekî wek xwe, ku sala (550 b.z) qewimî bû, bi bîr tîne; wê hîngê hin rêvebirên Med awanbazî li ger qeralê Farisî Koreşê duwem, dij qeralê Med ê dawî Ezdehak girêdan, û di cenga dij Farisan  de xinizî pê kirin, bi vê jî nekirin, belê mezinê awanbazan; rêvebirê artêşa Med, Harpag bi serkeftina Farisan gelek bextewar bû jî, û ҫû serdana qeralê dîl ketî; Ezdehak di zîndanê de, da henekên xwe pê bike, û kîna xwe sax bike([7]).
Iblîskirina Toran Şah:
Ji gotobêjên li gel tevdîrên Toran Şah tekildar in tê têgihêştin, ku hişê wî sivik bû ( kêm hiş bû), tevdîrên wî ne baş bûn, bi xwe jî ne hişmend bû, ji hêla wergirtina biryaran de lezok bû, li gel gurûpeke ne hişmendan sermest dibû, nebaş sinc bû, nediҫû nava xelkê, û bal xwe  nedida kar û barên wan. Xuya ye ku wî aloziyên derûnî hebûn, nîvê gewdeyê  wî yê rastê  û rûyê wî ji xwe berê dilerizîn, û hatiye hewaldan, ku bavê wî sultan Essalêh digot: “Toran Şah ne layiqê qeraliyê ye”([8]).
Rêvebiriya dewletan, nemaze jî di demên kirîzeyan de, bihewceyî pendiyariya herî durist e, bi hewceyî tevlivebûna nermîtiyê û jêhatiyê ye, divê rêvebirê dewletê bi xweşiyên rojane mijûl nebe, divê mêldarên dilsoj û ҫalak peyda bike, û aloziyên gel li ber ҫavên wî bin. Xuya ye ku sultan Essalêh rengdêrên rêvebiriyê di kurê xwe yê yekta Toran Şah de nedîtin, vê lomê ji Misirê bi dûr de xist, û wek cîgirê xwe li (Heskêfê) û Amedê û derora wan li bakurê Kurdistanê nîşan kir, û gava mîrê Kurd Husameddîn El-Hedbanî jê dixwast, ku wî bîne Misirê, da bibe hevparê rêvebiriya dewletê, sultan Essalêh digot: “Ez wî bînim, da bikujin?”([9]). Mebest jî rêvebirên ebebozan bû. Bi rastî sultan Essalêh ҫawa diramî, wusa jî bû.
Dîsan ji hewaldanan tê têgihêştin, ku Toran Şah ne ewqas bedkar bû, û ne dûr e, ku piropaganda ebebozan, piştî kuştina wî, ev wêneyê bedkarî pê ve xistin, wek ku hukumdarên Farisan, qeralê Med Ezdehak, piştî ku dîl girtin, ҫerisandin, û gotin ew sitemkarekî tund û xwînmij bû, ta ku piraniya Kurdan ev yeka bawer kirin.
Hinek hewaldanên din jî dibêjin, ku Toran Şah zîrek û  hezkirê civatên zanînê bû, li gel feqîha û zanyarên wek zanyarê navdar El-Îzz Bin Ebdisslam العِزّ بن عبدالسلام, dikete gengeşeyan, û ji bo vê yekê jî  bavpîrê wî sultan El-Kamêl  الكاملgelek jê hez dikir. Bi ser de jî Toran Şah di rêvebiriya cenga dij hêrişa firensî pir jîr bû, û gelek karînên payebilind, di dan û standinên pey dîlgirtina qeral Louisê nehem re, dane xuyakirin, û mercên xwe neҫar kirin[10].
Dawiya sultan Toran Şah wusa bû, gelo ҫarenûsa dewleta eyyobî, di pey wî re ҫawa bû?. Bila ev jî babeta rûpelên ku wê bêne be.
 
([1])  El-Meqrîzî: Essulûk fî merîfetî duwel El-Mulûk, 1/441.
([2]) Heman Jêder, 1/457.
([3]) Heman jêder,
([4]) Heman jêder, 
([5])  El-Meqrîzî: Jêdera navborî, 1/458.
([6])  Ibin Sebat: Tarîx Ibin Sebat, 1/343-355. Ibin Şahîn El-Meltî: Nuzehetul,esatîn, rû 63-64.
([7])  Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 392. Biner: Deyakov: Med (Mîdya): rû 393.    
([8])   Ezzehebî: Siyer E,ilam Ennubela, ҫapa muessesturrîsale, 23/194-195.
([9])  Jêdera navborî, 23/194.
([10]) Jêdera navborî,  23/195. Ebdulmun,êm Macêd: Eddewle El-Eyyobiyye fî tarîx Misir el-Îslamiyye, rû 142.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4473