Ji dîroka kurdî, kesayetî û helwest... Xelek 17 ... Nakokiyên pêşewayên eyyobî ji bo desthilatê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 äæİãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Baweriya polîtîkî:
Selaheddîn (17) kur hebûn, El-Melêk El-Efdel  الملك الأَفْضَلmezinê wan bû, û El-Melêk El-Mensûr الملك المنصور biҫûkê wan bû. Ewî berî mirinê,dewleta xwe li kur û xizimên xwe parve kir; mîrnişîna Dîmeşqê da kurê xwe El-Fdel, û li gor tembiya wî, divê bibe sultan jî, û Misir da kurê xwe El-Melêk El-Ezîz الملك العَزيز, û Mîrnişîna Heleb da kurê xwe El-Melêk Ezzahêr الملك الظّاهر, û rojhilatê Ferêt (Herran, Ruha, Farqîn, Nisêbîn, Xabûr) da birayê xwe El-Melêk El-Adêl الملك العادل, û Hîms û Errehbe الرَّحْبَة  (Meyadîn, rojhilatê Derezorê) da Şêrko (neviyê mamê xwe Şêrko), û Yemen da El-Melêk Seyful-îslam الملك سَيف الإسلام kurê birayê xwe Tuxtikîn الملك طُغْتِكين)[1].


Pileya (sultan) di wê serdemê de beramberî (şahê şahan / şahînşah) bû, û ji hukumdarên îyaletan, ku ji malbata hukudariyê bû, (Melik /qeral) digotin. Ev tevdîra Selaheddîn, li gor rêwresmên polîtîkî yên wê serdemê, durist bû, ҫimkê rêwresma wê demê ew bû, divê ji bo sultanî (Welî El-Έhid وَليّ العَهد) hebe, û hukumdarên mezin jî ji malbata hukudariyê bin. Lê sê hêman bûne sedem, ku nakokî di navbera pêşewayên eyyobiyan de derkevin meydanê:

Yeke. Ciyawaziyên kurdî: Ev yeka, di dîroka kurdî ya kevn û nû de jî, diyardeyeke nasbûyî ye, hin rêvebirên kurd, bi pendiyarî û aramî û jêhatîbûnê, bi ser diketin, û nakokîkar li hev dihanîn. Deyako / Dehako yê Medî û sultan Selaheddîn ji wan rêvebirên pendiyar bûn.

Duwem. Rêbaza rêvebiriyê: Rêvebiriya hevbeş û nepejirandina dîktatoriya tekane, di dîroka kurdî de, rêbaza serdest e, wek nimûne: Pêşewayên êlên Gotî (berî zayîna Îsa bi 2000 sal) ji nava xwe qeralek ji bo şeş salan hildibjartin, û kêm caran hukumdariya wî qeralî dihate dubarekirin[2].

Sêyem. Baweriya polîtîkî: Rewşa serdest di dîroka polîtîkî kurdî de ew e, ku kuştina xizimên ku  ҫavên wan li disthilatê ne, nîne, bi tersî vê diyardeyê,  her kêsê ji şêwra qeralê farisî, yan jî ya xelîfeyê erebî bi derketa, dihate kuştin. Sultanên osmaniyan birayên xwe dijkuştin; sultan Mihemed El-Fatêh السلطان محمّد الفاتح (19) birayên xwe kuştin, û zagonek jî peyda kir, ku li gor wê, û ji bo parastina dewletê, kuştina kurrikan jî ewa bû[3].

Nakokiyên Eyyobiyan: Di pey mirina sultan Selaheddîn sala (1193z) re nakokî di navbera sultan El-Efdel li Dîmeşqê û El-Melêk El-Ezîz li Misirê derketin holê, û her yekî hinek pêşewayên Eyyobiyan li ba xwe civandin. Nakokî kûr bûn, û El-Ezîz Dîmeşq dorpêҫ kir, da ji El-Efdel bistîne.Mamê wan El-Melêk El-Adêl ev nakokî bikar hanî, û desthilat girt destên xwe, û sala (1200z) yekîtiya dewletê ji nû ve vegerand, lê wî jî rêbaza Selaheddîn dubare kir, û berî mirinê, dewlet li kurên xwe, El-Melêk El-Kamêl الملك الكامل, El-Melêk El-Muezzem الملك المُعظَّم, El-Melêk El-eşref الملك الأَشرف, parve kir.
Gava El-Kamêl bû sultan, hevgirtina dewletê parast, lê sala (1227z) têkiliyên wî li gel herdu birayên wî El-Melêk El-Muezzem hukumdarê Dîmeşqê, û El-Melêk El-Eşref hukumdarê rojhilatê Ferêt, ji rêzê ketin. Vêca El-Melêk El-Muezzem xwe da kêlek El-Melêk Jelal Eddîn Xewarizm Şah جلال الدّين خُوارِزم شاه, ê ku di riya bazdana ji ber Mangolan, dabû ser Kurdistanê, û pilan ji bo talana ser welatê Şamê durist dikir, û li hember vê yekê, sultan El-Kamêl jî hevbendî li gel împeretorê Almanya Fredrick II, ê ku dida ser Felestînê, girê da.
Sala (1235z) El-Melêk El-Eşref û sultan El-Kamêl, ji bo şerê Rûm bikin, rêkeftin girêdan, û Ruha û Herran û deverên derdorê ji dest wan girtin û vegerandin, pê re jî sultan El-Kamêl hukumdariya rojhilatê Ferêt da dest kurê xwe El-Melêk Essalêh الملك الصالح. Evê tevdîrê El-Melêk El-Eşref enirand, vê lomê rabû li gel melîkê Hemayê û yê Heleb û hinek pêşewayên eyyobiyan ên din, ji bo şerê sultan El-Kamêl bikin, rêkeftin girêdan, lê berî armanca xwe pêk bîne, mir[4].

Ebebozên Tirkan:
Ebebozên Tirkan ji bo dewleta eyyobî, metirsiya herî mezin bûn, ewana sîxur (nadoz) bûn, li bazaran dihatin kirîn, û li gor pêdiviyên îslamê û ji bo şerkirinê dihatin perwerdekirin. Pêşî xelîfeyê ebbasî El-Memon ew kirin leşkerên xwe, û di pe wî re birayê wî  xelîfe El-Mutesêm, ku diya wî cariyeyeke tirk bû, gelekên wan kirin nav artêşa xwe, û paşê jî ev yeka, di herdu serdemên Zenkiyan û Eyyobiyan de, wek rêbazekê hat bikar hanîn, ji ber ku ji bo şerê xaҫeperestan, her tim hewcedarî bi şervanan hebû.
Ebebozên ku ên Esed Eddîn Şêrko bûn bi (Esedî), û yên sultan Selaheddîn bi (salihî), û yên El-Melêk El-Adêl bi (Adilî), û yên sultan El-Kamêl bi (kamilî) dihatin bi navkirin, û bi piranî Tirk bûn, û hinekên wan Ҫerkez bûn, lê hêzdariya kesayetiya sultanan nedihêşt ewana destên xwe bixin kar û barên dewletê.
Piştî ku sultan El-Kamêl sala (1238z) mir, nakokî di navbera herdu kurên wî El-Melêk El-Adêl ê duwem, û El-Melêk Essalêh; hakimdarê deverên kurdî yên rojhilatê Ferêt, de  pey da bûn, û pe re jî eyyobî di navbera wan de bûn du gurûp, her gurûpekê xwe da kêlek yekî ji wan, û li dawiyê El-Melêk Essalêh, bi alîkariya ebebozên (kamilî) bi ser ket, û bû sultanê Misirê.
Xuya bû, ku piraniya rêvebirên Kurd li Misirê mêldarên El-Melêk El-Adêl ê duwem bûn, û gava Essalêh bû sultan, ew ji kar avêtin, û ebeboz jî bi hêz kirin, û gelekên din kirîn, ew jî bi (ebebozên deryayê المماليك البحرية) hatin naskirin, ji ber ku kampa wan di nav ҫemê Ennîl النّيل de bû. Dîrokzan El-Meqrîzî المَقْرِيزي  dibêje:
Gelek ebebozên wî hebûn, û nirxê wan li ba wî bilind bû, û ew jî hêzdar bû, ta ku Misir bi dest xwe xist, vêca gava Kurd ji wî bi dûr de ҫûn, û ew ebebzan li gel wî man, ewî ev helwesta wan zor bilind nixand, û gelekên din jî kirîn, û hildan pileya mîrîtiyê di dewleta xwe de, ji xwe ve nêzîk kirin, û gava diҫû deverine din, gurûpê parastina xwe ji wan bûn, û li gel xwe jî bi cih dikirin, û hemî jî Tirk bûn[5].
Dîrokzan Ibin Teyrî Berdî  ابن تَغْري بَرْديdibêje: “Ewî (Sultan Essalêh) gelek ebebozên Tirk kirîn, kesekî din bi qaserî wî nekirîn, ta ku piraniya artêşa wî ji wan bû, û ewana di ser Kurdan re girtin, û kirin mîr jî[6].
Kesayetiya sultan Essalêh a sawdar nedihêşt ebeboz destên xwe bixin nav kar û barên dewletê, ewî tenê kurek, bi navê Tewran Şah hebû, wê şûna bavê xwe bigirta. Xuya ye ew ne qayîlê  tevdîrên bavê xwe bû, xêrnexwazan jî têkliya wan li gel hevdu nebaş kirin, vê lomê Essalêh rabû ew wek cîgirê xwe şande (Hesen Kêfê (Heskêfê) li bakurê Kurdistan, da ji Misirê bi dûr de bike.
Sala (1248z) xaҫeperstan, bi serpereştiya qeralê Firansayê Louis IX ê nehemîn, hêrişa heftem dan ser Misirê, û bajarê Dimyatê  دِمْياطdagîr kirin, û berên xwe ber bi Qahîreyê de dan. Tevî ku sultan Essalêh wê hîngê nexwaş bû jî, bi serkeftin li ber wan rabû, û bi alîkariya ebebozan hêrişa xaҫeperestan rawestand, lê pişt re mir. Hevsera wî ya herî hezkirî (Şeceret Eddur شَجرة الدُّرّ), ku cariyeyeke Tirk an Ҫerkez bû, nûҫeya mirina wî veşart, û Tewran Şah vexwend, da şûna wî bigre û bibe sultan.

(qeralê Firansayê Louis IX ê nehemîn)

Mîrê Kurd Husan Eddîn El-Hedbanî حُسام الدّين الهَدْباني cîgirê sultan Essalêh bû li Qahîreyê, wî jî mirovek bi nehênî şandibû (Heskêfê) da nûҫeya mirina bavê bighîne Tewran Şah, ev mirov berî ebeboz Eqtay أقْطاي ê ku Şeceret Eddur şandibû, gîha ba Tewran Şah, û nûҫeya mirina bavê wî gîhandê, vêca Tewran Şah, tev mêldarên xwe yên Kurd ҫû Misirê, û cengên dij firansiyên xaҫeperest bi rê ve birin, û sala (1250z) bi ser ket, û Qeral Louisê nehemîn jî dîl girt[7].

([1]) Ibin Sebat: Tarîx Ibin Sebat, 1/229, 247.
([2]) Deyakonov: Med, rû 112.
([3])  Îbrahîm Beg Helîm: Tarîx Eddewle El-Osmaniyye, rû 157.  
 ([4])  Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 12/118, 119.
([5])Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 12/118, 119.
([6])  Ibin Texrî Berdî: Ennucûm Ezzahîre, 6/331.
([7]) El-Meqrîzî: Kîtab Essulûk, cildê yekem, beşê duwem, rû 354.  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4468