Ezbenî! BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 25 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ 

Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav þebnem û aviya gul û kulîlkên wê de þildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin.. 
Bejna min bi þînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû.. 
Îsal, niha ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîþanî ji dêmê wan difûre. Erê xelkên wê ji tengezarî rêyên mala xwe þaþ dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!


Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkan li hev bîne! Kî dikare vê xaka tî, têr av bike.. û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne?! 
Erê ezbenî! Þevên Qamiþlo, mîna kofiya dayika min in.. Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min in.. Kalemêrên li dor Camiya Qasimo, þêrîn bûn li ber dilê min.. Piraniya wan jî barkiriye. Niha ezbenî! Kolan, sikak û cade di ber tere derbas dibin û silavê nakin. Ew jî piþtexuz û bargiran in. Ta bi dost, heval û hogirên te dema ku tu çav bi wan dikî, tu dibêjî qey ji welatê biyaniyan e, serê wan di ber wan deye, bi kul û derd dikulkulin û derbas dibin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4465