Nameyek ji Silêman Azer re
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 16 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Þepal Hêvo
 
Zarokên ku di nivîsên me de pêrgî hev tên ew tovên êþê ne, min û te bi yek dilî ew xewn hembêz kirin.Dergehê mala we dergehê mala min  bû,û hîn jî ew dergeh di buhurên bîranên min de vekirî weke dilê te dimîne.Tê gotin ku bi tenê Evîndar nameyan ji hev re dinivîsînin, lê ez ê li vir hemî baweriyan derbas bikim, ez ê te di xaçerêkên vê nivîsê de bilêv bikim.
Wa Silo? Welatê ku nikaribe min û te hembêz bike ew welat bi me nakeve.Balgihê ku têra xewna min û te neke bêguman em ê timî di taya veciniqandinê de bimînin. Ez û tu bi behaneya nivîsandinê li hev terpilîn, nivîsandina tiþtên xweþik,yên nazik, yên bedew.. û em ê di ritima vê bablîsokê de gellek kêferatan jî bidoþin.


 Wa Silo? Di refikên  pirtûkxaneyan de  mil bi mil pirtûkên me govenda Helbestê dihejînin. Tu dibînî? Çendîn tabloya min û te berfireh e, bêsînor e dikele û ji kelçûna wê gellek dîmenên germ difûrin. Tu dibînî? Em  bêtir nêzîkî hev dibin, nêzîkî pêsîra mebestê dibin.
Wa Silo? Zarok ji þîr vedibe, lê nivîsandina nameya te ji mêtina rastiyê venabe. Gelo em ê delaliyê xwe li kê bikin? Hevaltî dayika duyemîn e  û ez û tu  zarokên wê ne, çendîn simbêlên me boq bibin jî em ê zarokên wê yên delalî bimînin.Hevaltiya min û te westanê nas nake dibeze, pîr dibe lê namire.
Wa Silo? Bila ev nivîs bibe Tikeya  evîndaran ,bibe rawestgeha penaberan û hemî perîþanên mîna  min û te, yên ku her þev mistek girî li þopa xwe dihêlin. Tu dibînî? Tu dibhîzî? Malneketo em ji çavkaniya çend êþan der dibin?
Wa Silo? Cejna hevaltiya min û te pîroz be.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4454