Rewþenbîr û siyaset
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 04 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn
 
Li pêþê bila bê zanîn ku siyasetmedar dikare rewþenbîr be. Rewþenbîr dikare ne siyasetmedar be, bêtir dikare alîkar an þêwirmendê siyasetmedaran be. Rola rewþenbîr ya sereke rexne û guhertina ber bi baþiyê ve ye, çimkî hewcedarî bi raman û gotina peyva rasteqîne heye,  bi gotina rasteqîne re zulm lawaz dibe û bêtir berjewendiyên gelan tên parastin.
Eger mirov bi çavên lêkolîneran tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê biþopîne, mirov dê bighê wê baweriyê ku siyasetvanan li rewþenbîran guhdarî nekirine, ji ber wê tevger lawaz, bê bandor û bê rol maye, jixwe perçebûnên partiyan nerawestiyane, taku jimar gihaye 64 partiyan. Di encamê de, me maf bidest nexistin, civak bi jimara partiyan perçe bû. Belkû serkeftina yekemîn a partiyan ew bû ku em fêrî dijîtiya hev kirin.


Siyaset û welatparêzî ji hev cudane, mirovê welatparêz dikare alfabeya siyasetê nizanibe, lê mixabin partiyên me welatparêzî kirine siyaset, jixwe wexta welatparêzî kirin siyaset, em bêtir pêrgî þaþî û þikestin û perçebûnan hatin.
Nifþek ji rewþenbîran rola xwe ya sereke wek rewþenbîr piþtguh kirin, û wek welatparêz tev li partiyan bûn, bûn siya siyasetvanan, di dijîtiya navxweyî de roleke neyînî lîstin.
Rewþenbîr bûn du beþ, beþê ku tev li partiyan bû, yan ji êla serokê partiyê bûn û yan jî xewnên gulgulî bi guhertina ber bi baþiyê ve didîtin. Helwest û gotara wan ne rewþenbîrane bû, bêtir ji bo serok û berjewendiyên kesane bû. Nifþê serbixwe jî ji tevgerê dûr ketin, bi egera li wan nedihat guhdarî kirin.
Rewþenbîrên partiyan nikarîbûn ji asta serokan wêdetir biçin, bi tenê dikarîbûn daxwiyaniyan binivîsin, berevaniyê di ber partî û þaþiyên serok de bikin, êdî di nav pirsgirêk û nakokiyên partiyan de xeniqîn, nikarîbûn bejewendiyên giþtî di ser yên partiyan re bigrin. Ta astekê ev yek bû egera lawazî û kêmbûna fikra netewî.
Wexta rewþenbîrên bêlayane rexne û gazin dikirin, helbet ji mafê wan bû, belkû wacibê wan bû, li wan nedihat guhdarî kirin, partî yan bi pirsgirêkên navxweyî û yan bi nakokiyên bi partiyên din re mijûl bûn, digotin em ji hev fam nakin, mesele dikirin kesane. Bi wî þêweyî piþtguh û ceza dikirin.
Partiyan rexne û gazinên rewþenbîran bi xebaset ji bo xwe bi kar tanîn, wexta helwest û gotara rêzdar Hemîd H. Derwêþ û partiya wî, wek nimûne, rexne dikirin, kêfa partiyên din dihat û ew rexne boyî xwe li dijî Hemîd bi kar tanîn, lê endamên Pêþverû aciz dibûn. Miþkile wiha bû, eger te rexneyek dikir, gazin dikir tu dibûyî neyar, yan gerek tu bêdeng û bê helwest bimayî, bi tenê þelaf û xweþ û þayîk bikra. Min hîn ji partiyek kurd guhdarî nekiriye ku mirovek wek rewþenbîr bi nav kirine, ango maqûle li tevaya Kurdistanê rewþenbîr tune bin.
Li seranserî pêncî salên borî, tevgera siyasî nikrîbû dezgehên rewþenbîrî ava bike, ew dezgehên ku dikarîbûn boyî tevgera siyasî bibin lêveger û bi kolînan rabin, belkû tirsa tevgera siyasî ji bîr û boçûnên cuda, ji helwest û gotara cuda û ji rexne û gazinên cuda bû. Tevgera siyasî nikarîbû, belkû newêrîbû rû bi rû bi rewþenbîran re li ser mijarên mezin biaxive, çimkî lawazî û windabûna xwe di wê yekê de didît, ango berjewendiyên xwe di ser yên mezin re digirtin.
Li dawî, ew kes, siyasetmedar û partiyên(nimûne: ew yên bi perçebûnan rabûne) bûne egera lawazbûna tevgera siyasî, di encamê de lawazbûna helwest û hêza gelê kurd, hema hema xiyanet li gelê kurd kirine. Rewþa ku aniha gelê me têre derbas dibe, encama wan pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên pêncî salane, eger çareser bibûna, wê aniha rewþa gelê me baþtir ba, û wê yekrêziya me hebûya.
01/11/2016
Hollenda






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4439