DÎNO
Dîrok: ÇáÃÍÏ 30 ÃßÊæÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Adnan Hassan/ swêd
 
Dîno!
Tu bi kîjan çavî
derziya jiyanê bi dar vedikî?
Tê bi çi þêweyî birînan bidrû?
Yan jî tê wan pîne bikî?
Di kîjan demsalê de
Wê kwînêrên te derbibin?


Dîno
Jiyan li dû te dibeze
Tu di bin qamçiyê felekê de
Li îske îska xwe guhdar dikî
Xaçîrêka stiriyên çavbeloqê
Diçe mirinê
Hela raweste Dîno
Tu ber bi zivistanê ve diçî
Wê dîsa dilop
Xewnên te biperpitînin
Û tê di dilê xwede bêjî
Buhar bi rêdeye
Ezê agirê newrozê vêxim
Û gorê qurbaniya bihejmêrim
Qurbaniyên bê nav
Yê ku Bêriya bêhna
ax û baranê kirine.
 
  18/ 10- 2016
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4435