Jin û zîndan
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 ãÇÑÓ 2007
Mijar: gotar



Narîn umer

Jin derbasî cenga konevaniyê û xebatê dibe çimkî ew xwe dibîne mirovek hiþyar û têgehiþtî û ti cudabînê nabîne dinavbera xwe û mêrde di aliyê hiþ û ramaniyêde bitaybet û di aliyê hest û coþan de.


Bi rastî ez naxwazim li ser vê babetê anko babeta xebata jinê gelekî rawestim li belê dixwazim win rêdanê bidin min da ez pirsekî bikim û omîdarim em bi hevre bersiva vê pirsê bidin:
Demê jin tête girtin û derbasî zîndanê dikin, çima wê dibinin mirovek sist û bê çar? Çima zordar û girtîvanê wê tiþtek nayê li hizir û bîra wî ji bilî zorlêkirina wê bike, û destdirêjiyê li namûsa wê bike, û ew baþ dizane ku ew di civakekî deye ta îro hê jinê dibîne namûs û þerefa xwe.
Çima altbûna mêraniya xwe dibîne di altkinîna jinê de di warê bê rewiþtiyê û sincsisiyêde??!
Ma qey ew di wî demî de daiyak û xûþk û keçên xwe nayinê li ber çavên xwe??
Ma li bîroka xwe na zîvire û na pirsa ku ew bi vî karê þermezarî mêraniya xwe bê rêz û romet dike û tovê mirovaniyê û kesayetiyê ji dil û canê xwe dimirîne û dikeve warê hovêtiyê de û dibe mîna hovek xwînmêj, û kewijandina wî zorberiya wî dibe??!!
Ma mêranî ewe ku ew têkçûnek gemar li pey kewijandina xwe here,û zorlêkirinekî li jinê bike??
Çima çawaniya danustandina xwe bi jinê re wek ya mêr nake??çima venîsîn nake ku ev jin jî wekî mêre di xebat û daxwazên xwede ??ma jina dirahêjê vî barê giran nizanê ev roj li pêþiya wê ye, anko girtin û zîndan û birîndarî û kuþtin??
Ew amadakare ji van hemî tiþtanre,lewra em dipirsin :
Çima wê nabînin wekî mirovekî xebatkar, yan jê gunehkar,û lêdana candikî û canî ku tête liser mêr, bila werê li ser wêjî, eger xwe li ber îza canî û candikî girt gelekî baþe,û eger xwe ne girte jî tiþtek ji bilî mirinê namîne, çimkî ew jiyana pak û xweþ di mirina xwe ya serfirazîde dibînê.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=442