Pirtûka ”Dersên Kurdî” ya mamoste Heqî Balte
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



 Samî Mela Ehmedê Namî
 
Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.
Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:
”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeþ, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêþniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan spasdar im.


Bi hêviya ku perwerde û hîndekariyeke serketî pêk were.
2013 / Stockholm
B. Welatevîn”
Mamoste Heqî dîsa di Çend gotin de Dibêje:
”Ev pirtûk ji bo pêngava bilind, ji bo þagirdên polên 6 , 7 , 8 û 9an hatiye amadekirin. Her wiha mamoste dikarin di dersên Lîseyê de jî vê xebatê bi kar bînin”.
Pirtûk bi pêþniyaz û alîkariya bêhempa ya van pênc mamostên zimanê kurdî li dibistanên Swêdê de hatiye sazkirin û çapkirin û xwendevanên kurd bi naveroka vê pirtûkê têne perwerde kirin.
Rojekê dilsoz û xemxwerekî ziman û çanda kurdî, pirtûkek bi navê ”Dersên Kurdî” ko xwediyê û nivîskarê wê Heqî Balte ye, diyarî min kir.
Di lêgerînekê di nava rûpelên pirtûkê de ez pêrgî rûpela bi navê ”Jiyana Cegerxwîn” hatim.
Nivîskarê pirtûkê çend malikan ji helbestekê dike nimûne ji wê rûpelê re, digel þaþiyên xirab di gotin û nijinandina malikan de.
Nivîskar, di dawiya wê rûpel de hejmarek pirsan ji xwendevan dike, yek ji wan jî ev e:
-Bi hevalên xwere bersivên van pirsan þîrove bikin.
7-Helbesta wî (mebest jê Cegerxwîn e) ya “Herne Pêþ” kî kiriye stran?.
De ka em bipirsin: Ma gelo raste ev çend malikên helbestê ji helbesteke Seydayê Cegerxwîn e ?.
Xwendevanên hêja, rastiyê vê yekê jî ev e: Ev çend malikên helbestê yên di pirtûkê de, ne ji helbesta Cegerxwîn e, lê belê ji helbesta Mela Ehmedê Namî ye. Helbest ji 24 malikên zozo û bi navê ”Neþîd û Gaziya Keçan hatiye hûnandin û hejmara wê ya duwemîn e ji helbestên dîwana “Daxwazname” de.
Dîwana “Daxwazname” ya Seydayê Mela Ehmedê Namî, cara yekemîn di sala 1986an de li Swêdê ji weþanxana Roja Nû û cara duwemîn di sala 1994an de li bajarê Þamê hatiye çapkirin. Herweha hunermend Þivan Perwer jî ev helbest bi awaz û mûsîka xwe kiriye stran. 
De ka em bi hev re malikên helbestê di pirtûka Dersên Kurdî de tevlî wan þaþiyan bibînin:
 
Herne pêþ, herne pêþ kurdino herne pêþ,
Welat çev li rê bendewarê we ye
Heger hûn neyên wa ye keç em meþîn
Bes e koletî serfiraz em bijîn
…….
Herne pêþ herne pêþ dem û dewra we ye
Welat çav li rê bendewarê we ye…..
 
Helbesta Namî weke ko di dîwana helbestan Daxwazname de hatiye weþandin bi vî awayî ye:
 
NEÞÎD Û GAZIYA KEÇAN
Birayên delal hûn werin xortino
Buhuþt e welat da’m herin merdino
 
Eger hûn neyên va ne keç em meþîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
 
Welat çav li rê bendewarê me ye
Ciwan herne pêþ dewr û dem ya we ye
 
Eger hûn neyên va ne keç em meþîn
Besin koletî serfiraz da’m bijîn
 
Bibin yek bi lez xort û keç da´m herin
Ji bo serxwebûnê bi ceng û mirin
 
Eger hûn neyên va ne keç em meþîn
Besin koletî serfiraz da´m bijîn
 
Keç im, nû gihame, dixwazim xebat
Me canê ciwan da ye gorî welat
 
Eger hûn neyên va ne keç em meþîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
 
Dilê me ji pola ye gurçik hesin
Ji bo tol û doza welat em bes in
 
Eger hûn neyên va ne keç em meþîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
 
Ji Namî me zanî ko em bibne yek
Dijîn serbilind al û ol û serek
 
Eger hûn neyên va ne keç em meþîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
         TilÞeîr 1948
 
Ciyê mixabiniyê ye ko þaþiyek weke vê þaþiyê me gotî û bi pênûsa mamostekî zimanê kurdî û bi pêþniyaz û alîkariya pênc mamotên zimanê kurdî di pirtûka xwendinê de têkeva nav destên xwendevanên wan de û bi wê bêne perwerdekirin.
Ez xweþ bawer im dema xwendevanên zimanê kurdî bibînin ko ev helbest, helbesta Mela Ehmedê Namî ye, ne ya Cegerxwîn e, bêgoman hingî wê baweriya wan bi naveroka pirtûkê kêm û qels bibe û wê ji xwe û ji hev bipirsin:
Ma gelo ev þaþî bi tenê ye di vê pirtûkê de yan hejmareke din weke vê þaþiyê têde peyda dibin?.
Dîsa jî em ê çavnihêrê çareserî û rastkirina vê þaþiyê bimînin.
Lê weke Melayê Cizîrî dibêje:
Gazindeyan ji kê kim, ji kê bikim þikayet
 
Samî Mela Ehmedê Namî
Stockholm. 2016.09.11
 

 

 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4393