Xewna Serbestiyê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Senar- Mûsa Qulîkî Mîlan
  Têhran 1376

Rojekê qijika xemsar,
Wiha dikire qareqar:
Bilbilê hêja yî dengbêj,
Li nava qefesa xwînrêj,
Serbestiyê xewn dibîne! 


Hela ware vê ecêbê,
Ew ê reben û belengaz,
Çi xewnê li ku dibîne!
 
Min jî wiha lêvegerand:
Ahay qijika laþexwar!
Here dû xwarina mirdar!
Bes e tu bikî qareqar!
 
Eger ew bi lingan qeyd e,
Eger bi zincîr û bend e,
Lê tu qet ber xwe nekeve;
Çûnkî hêviya firînê,
Kes nikare jê bistîne.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4384