Qamiþlo bajarekî awarte ye!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 04 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
Qamiþlo! Tu bajarekî awarte ye.
Awarteye bi her tiþtên xwe; bi desthilata rêjîmê û xelkên xwe.. Bi aqilmend û dînên xwe.. Bi rind, xerab û Bekoyên xwe.. Bi kurdperwer û kurdfiroþên xwe.. Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û Çiyayê Omeriyan ji bakur ve û firehbûna Beriya Mêrdînê û Deþta Xelef Axa ji baþûr ve.. Bi havînên gerim û zivistanên sar..


Ji kaniyên te, yên ker, em fêrî bêdengbûnê bûne.. Ji taxên te (Hilêliyê, Enteriyê..), em fêrî hawar û berxwedanê bûne.. Û em xwîna xwe ya gerim, gorî xaka te ya pîroz dikin.. Em, di bin siya rojên te de paldidin.. Bi herdû destan li zaroktiya xwe digerin.. Û di nav xewnan de milevaniyê dikin.. Di navbera tixûbên te û mezinbûna Yezdan de, Sinbilên evînê têne qurquçandin..
Di navbera sînorên têlbidirî û mayîn de, Kevok têne serjêkirin.. Nisêbîn ji te bi dûr dikeve.. Mêrdîn piþta xwe dide te.. Zaxo û Duhok li ser te digirîn.. Hewlêr û Silêmaniyê bang te dikin..
Qamiþlo, bajarê awarte!
Gelo xwîn dibe av..?! Tu mîna ferþekî ji qeþaya fireh e, di çiyayek mezin de.. Mîna geliyekî kûr e, di welatê Mezopotamiya de.. Di navtarên te de, stirî û libên birincê wek hev þîn tên..! Û þev bi tariyê re dostaniyê datîn e..
Xwe ji stirî û tariyê daweþîne daweþîne..! û were bal min.. Were bal min û wê awarteyê bavêj e..?!
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4381