Qederêêêêê….te çi hanî serê me!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 25 ÃÛÓØÓ 2016
Mijar: Nûçe



Di rojeke, ku em bi hewceyî dilovaniyê wê bûn, te negot ҫima ez diya van ji dest wan dibin! Te bi wê yekê nekir,  te ez bi hezarên kîlometran ji bav û xûþk û birayan  dûr de avêtin, û va ye heyþtdeh sal in, ku te bi hesreta dîtina wan hêþtim. Te bi vê jî nekir, te diya min bir, te bavê û her du bira ji min istandin , bê ku nerîna dawî li wan binerim, û bêjim: Bavo! Birano! Oxir be, û silavên min bighênin diya min,  tu bi vê jî têrnebû, û te pilana xwe gerand, û îro te xûþka min Ferîde jî bir, bê ku tu keysekê bidî min, ku carekê xwe bajêim hemêza wê, wek ku dema ez zarok û biҫûk bûm, min rihetiya xwe di hemêza wê de didît. Min bi te ҫi kirî, ku vê sitema giran bi ser min de biherikînî? Qederê tu ҫiqas sitemkarî!!


 Erê Ferîdecan! Tu ne tenê xûþka min bû, tu dê bû jî. Temenê min bûye þêst û ҫar sal, û hîn jî nikanim ji bîra bikim, ku di nav destên te de mezin bûm, tu li kêlek diya me diyeke din bû, nemaze ji bo min, ez ê ku biҫûkê birayên te bûm, nikanim ji bîra bikim, ku te ez hildidam ser piþta xwe, li kolanên gund digerandim, nikanim ji bîra bikim, ku te lûsekî germ di dilê xwe de ji min re ava kiribû, min tu diêþand, tu diwestand,lê rûyê te her tim li ken bû, tu ji min nedixeyidî.
Ez bendewarê wê rojê bûm, ku vegerim, û carekê, tevî vî temenê xwe, xwe bavêjim hemêza te, te bîhn kim, bîhna diya me ji te dihat. Tu ҫû yî, û te ew bîhn ji bi xwe re bir.
Ferîdecan! Tika ye tu cefayên xwe li min helal bikî.
Qederêêê…tika ye, tika ye, tika ye, wê bi dilovaniya xweda hemêz bike, cihê wê li kêlek û dê û bav û her du birayên min, di buhiþtê de amade bike.
Birayê te Heyder






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4375