Wêneyên kavilekî nediyar
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 ÃÛÓØÓ 2016
Mijar: Nûçe




Roni Eli
 
Bêje ... Nebêje
Gotinên te
Mîna toza talîzokên havînê
 Bi gulmek av
Têne þiþtin û wenda dibin
Mîna afsaneyên þevbihêrkên zivistanê
Hinavan dicivilînin
Û piþtî kêlîkekê
Bi pençê kenekî re
Koçdikin û têkdiçin


 Bêje .. Nebêje
Wêneyên te
Di tîna havîneke girgîn de
Bawþîna li ser dil in
Di berbanga hêviyan de
Geþteya asoya paþerojê ne
Lê nameyên te
Mîna mûþegên ku dîwarê piþta sêwiyan
Li welatê min hilweþandin
Tîrêjên sibehê diqeliþînin ..Talan dikin
 
Bêje .. Nebêje
Gotinên beravêtî
Mîna kavilên di devê lehiyan de
Ti dîmenan
Qeþeng û narîn nakin
Mîna peyala Dewrêþê Evdî
Ji bilî mirin û Erd ê qulemiþkan
Dildaran sirgûn nakin
Bêje .. Ez im Þivanxapîka hastên bêpar im
Lê nebêje .. Dîlber û yar û Bihar im
 
 1952016
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4369