Çend rexne li ahinga pênçemîn sal Li ser mirina seydayê Tîrêj
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Nûçe



Mehmûd  Sefo    


 
Berî az têkevim kakila babetê biraastî seydayê Tîrêj ... nemirê helbesta kurdî tîrêjek geþbo ji xetîra helbestvanên kurd ...


lê mixabin sitêra can û rewanê wî berî pênç sala darijiya ji Esmanê helbesta kurdî û ber bi behþta hemereng ve çû da ko bi çive di gel mîrê helbesvana  Ehmedê Xanî û þêxê Cizîrî û Seydayê Cegerxwîn û apê Osman û malbata bedirxanîyan û hemî helbestvanên bi nav û deng ê ko nivîsînên wan îro roj bone ardûyê xetîra zimanê kurdî û ê ko bînek xweþ û geþ di dine sorgul û nêrgizên zerdele dinav bax û gulistanê çand û hunera kurdî de .
Birastî ez ji dil û can sipasya wan kesan di kim ê ko di karîn bi sedan keç û xûrtên kurd û xwendevan û rewþenbîr û helbestvan û syaset medar kombikin ji bo vê bîranînê li bajarê  Qamþloka evînê .. lê di eynî demde hinek rexneyên min hene li rêveberên  ahingê bi hêvîme ji min werbigrên bi singek fireh û bi mejîyek biratî :
1- komîta amadekar dîyarbo ko cara yekemîne bi karek weha dirabe ji ber ko ew bixwe ne amadebo bi rengek çak û durist çimkî mêvan tev amadebo bon ji nuva komîtê xwe sazdikir .
2- komîta amadekar ne bi rengek mafperwerî xwe nîþanda çimkî hinek nonerên partîyan hildan astek bilind û hinkê din veþartin .
3- ahing bi xwe hatibo pêkhatin ji bo helbesvanekî buha giran lewra pêwîstbo derfet bêtrîn bi dane mirovên ko di xwestin helbestê bêjin .
4- wek hate zanî herdo komê filuklorî ( koma Qamiþlo ya ser bixwe , koma helbçe ) di xwestin vê ahinngê ji bo xwe bixin mîna pirekê û sere derbasbibin ...
5- wek me teva nasdikir Seydayê Tîrêj ne endambo di hunddirê tu partîyên kurdî de dema ko ber bi dilovaniya xûdê ve çû li mixabin nonerê partîyekî di gotara xwede ragihand û weha got : seydayê Tîrêj andambo di partiya mede ta mirinê .... di baweryaminde av peyv hinkî ji nirxê seydayê Tîrêj kêm dike çimkî seydayê Tîrêj xwe di dît dermanê derdê hemî miletê kurd û sazmanê hemî partîyên kurda
6- ez di birsêm gelo pîvanê dana xelata di ahingê weha de bi çi rengî têne nirxandin .. gelo dilxwestine yan jê ji heskirine ...!!!
diyare ta mirî jî ji bazarên ez eziyê nayêne parastin .

Dêrik 24/3/2007








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=435