DAYÊ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 ãÇíæ 2016
Mijar: Nûçe



Gulistan Awaz

Megrî dayê...
miraran mebarîne...
Tu yê tiliyên
bûk û zavan ,hene bikî...
Dergûþa neviyan bi
heyranokan bihejînî....


Aaax dayê....
Stêrkên welatê min 
ji beyaniyê re 
tîrêjên royê dihûnin...
Semayên azadiyê 
li ser sînoran..
li siberojeke serbest ,diþopînin...
Hêviyên xewneke bindest 
ji ciwaniyê re ,rêwî ne...
û birînên dûûûr.. êdî bese
bila derman bibin...
Megrî dayê....
Rewanê zarokan ,
deryayan jî westandine...
û temenên bêguneh ,bi pêlan re
govendê keseran...digerînin
Aaax dayê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4319