Nameya General Mele Mustefa Barzani ji bo Birêz Stalîn J. V. di.
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

 Bi helkeftina 103 salan di ser rojbûna Barzaniyê nemir re werin em nameya wî, yak ku di 18ê hezîrana 1947an de ji Stalîn J. V. re þandiye bixwînin. 
NAME – II   
Cîgirê Wezîrê Hundurî yê Yekîtiya Sovyetê 
Ji bo Generalê Yekktiya Sovyetê Heval Stalîn J. V. 
1) Her wekî hûn dizanin, me li Îraqê ji bo rizgariya kurdan li dijî dewleta Îraqê serî hilda. Piþtî ku em di sala l945an de hatin Îranê û me xwe avêt ba leþkerê Sovyetê û li wir bi cih bûn, me di Îranê de berdariya tevgera þoregerî ya ji bo rizgariya gelên Azerbaycanê û kurd kir.


2) Lê kanûna pêþî ya sala l946an, hêzên demokrat ên Îranê di bin tezyîq û dexma kevneperestan de xwe dan dest, lê me dijîtiya xwe da domandin û gelên din jî bi me re beþdar bûn. Eger beg û axayên kurdan alîkariya dewleta Îraqê nekiribûna, em nedihatin Îranê û me xebata xwe didomand.  
3) Di wê mudetê de bi hevbendiya kevneperestên Tirkiyê û Îraqê em di nav tirsa jiortêrabûnê de bûn. Em xwedî hêzeke mezin nebûn, lê heta niha jî me xwe li ber ittîfaqa kevneperestan ragirtiye û me zerareke mezin daye wan. Em bi saya ruhîyeta xwe ya þoregerî bi ser ketin û me hêza xwe parast. Armanca me Kurdistana Îraqê bû, lê ji ber sebebê dêsttêkirina hinek grûbên kevneperest, bi me re nepakî hat kirin. Me li Îraqê eskerê tirk dîtin ku alîkariya kevneperestên Îraqê dikirin û ev bû sebeb ku em naçar bibin ji bo demekê dev ji xebatê berdin û ji bo xebata dahatû hêzên xwe biparêzin.
4) Em hatin naçarkirin ku bên ser sînorê Yekîtiya Sovyetê û xwe ji ablûqeya leþkerê Îranê rizgar bikin. Em pêþî çûn nav erdê Tirkiyê û ji wê jî hatin ser sînorê Sovyetê. Di mudetê 20 rojên meþa xwe ya heta ser rûbarê Aras de, di hemî van 20 rojan de daxwaza kevneperestên Îranê ew bû ku me ji ortê rakin; lê piþtî þerekî giran û xwînî em gihîþtin ser sinorê Yekîtiya Sovyetê.
5) A niha em 500 þoreþgerên Barzan li ser sînorê Yekitiya Sovyetê ne, di nav me de birîndar û nexweþ gelek in. Em wekî hemî gelên demokrasîxwaz, pêwistiya me bi azadiyê heye. Em çaveriya alikariya hevalê Stalin dikin.
Em ji ber vê hatine nav erdê Sovyetê, em dizanin dewleta Yekîtiya Sovyetê demokrattirîn dewleta kedkar û gundiyan e. Ji ber van þert û mercên ku em tê de ne, em rica dikin ku hûn alîkariya me bîkîn.
Her bîjî heval Stalin û hemû gelen Yekîtîya Sovyetê
Serokê  Tewgera Demokrat û Þoreþgerên Kurdistana Îraqê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê: Mele Mustefa Barzanî
18ê  hezîrana 1947







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4281