Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ãÇÑÓ 2016 Mijar: Nûçe
Konê Reþ
Barzaniyê Nemir! Di rojbûna te de, welat di kene..! Gulîstan û daristanên welat bi ava (Êlûnê) têne avdan Qesir û qonaxên welat bi lat û zinarên Derbendîxan, Zozik, Soran û Baziyan bilind dibin Navê Xanî û Bedirxan, Hefîd û Goran Bi tîpên zêrîn di sînga welat de têne nivîsandin Welatîno werin, tev werin..! Em bi hev re serboriya BARZANÎ Bixwînin;
Ji Barzana berxwedanê, Mehabada xwînlî, Peravê Aras, Þoreþa Êlûnê, 11ê Azarê û ta bi Gulana rengîn.. Wî, wî.. Bi tena xwe dît û her tiþt naskir. Naskir; (Da ko mirov kurdekî dilsoz û resen be, ew hunerek zor çetîn û dijware) Bê guman wî, her tiþt nas kiribû ta ko îro ji me re bûye; Strana ser zimana, xup-xupa ava çem û cobaran.. Navê wî bi dengê: Qewalên piristgeha Laleþ, Zengilê Dêr û Kenîþteyan û Melayên Mizgeftan re Di sînga asmanê welat deng vedide û li hev vedigere..
Konê Reþ. Qamiþlo, 14.03.2016
|
|