Roja Cil û Bergên Kurmancî: Þerefo were kume xwe..
Dîrok: ÇáÎãíÓ 10 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Ezbenî! (Þerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê me ye..)
Stranek pesin ji berxwedana gotinê re.. Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek pesin ji vê qonaxê re.. Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin û qenciyê re.. Ji evînê re.. Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji þînê diparêze, geþbîniyê di hinavê me de diçîne.. Erê, gotin ronahiye û siya evînê gotine..

Bi helkeftina roja cil û bergên kurmancî, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tiþtî bike û dest bi her gotinê bike.. Li ber dergehê vê rojê, vê qonaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pêþ de herin û di bin tava heyva vê adarê de govend û dîlanê, bi cil û bergên kurmancî bigerînin.. Û bi dengekî bilind bibêjin; (Þerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê me ye..)





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4272