Daxuyaniya Rûdawê li ser qedexekirina Rûdawê li Kantona Kobanî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 25 ÝÈÑÇíÑ 2016
Mijar: Nûçe



Îro Kantona Kobanî, biryara qedexekirina Tora Medyayî ya Rûdawê li sînorê wê kantonê belav kir, herwiha ew jî qedexe kiriye ku rojnamevan û rûniþtvanên din ên kantonê wek freelans nûçe û mijarên rojnamevaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re biþînin, û hiþyariya wê yekê jî daye berpirs û dam û dezgehên kantonê ku nabe ti pêwendiyekê ligel Rûdawê girê bidin.
 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi dilgiranî ve berê xwe dide wê biryara Kantona Kobanî û bi pêngaveke din a metirsîdar dizane bo rêgirtin ji azadiya karê rojnamevanî li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha ev biryar berî hemû aliyekê, xelkê xweragir û wefadar ê Kobanî xemgîn kiriye, çimkî di dema êriþa DAIÞê bo ser Kobanî de, Tora Medyayî ya Rûdawê dengê Kobanî gihande hemû cîhanê û bûye çavkaniya sereke ya nûçeyên Kobanî bo hemû cîhanê. Ev biyar jî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê û Kobanî ji hev veqetîne.


Di biryarê de hatiye, ku biryara qedexekirina karkirina Rûdawê heya wê demê dê berdeam be, ku Rûdaw siyaseta xwe biguhere. Ev e hizirkirinek bi tevahî îdolojîk û partiyane ye li hember karê medyayî, û serdemê wê cure hizirkirinê tenê li cem wan maye ku bi nêrîneke gellek kevn temaþeyê karê medyayî dikin. Tora Medyayî ya li gor bingehên pîþeyî û profesyonel ên karê medyayî hatiye damezrandin û kar dike, û di bin ti guvaþan de dest ji pêþkêþkirina xizmetguzariya gihandina nûçe û zanyariya bi þêweyeke profesyonel dest bernade.
 
Ev biryara kantona Kobanî piþtî biryareke pêþtir a Kantona Cizîrê tê, ku di meha Tebax a sala 2014ê de biryara qedexekirina karkirina tîmên Tora Medyayî ya Rûdawê li wê kantonê da, herwiha piþtî ku hejmarek peyamnêr û kamêramanên Rûdawê ji aliyê hêzên Kantona Cizîrê û Efrînê ve hatin îþkencekirin û ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin.
 
Tora Medyayî ya Rûdawê wiha dibîne, niha Rojavayê Kurdistanê  zêdetir ji her demekê pêwîstî bi wê yekê heye ku wêneyeke xweþik û demokratîk nîþanî derve bide, daku civaka navdewletî piþtevaniyê lê bike û di wan guhertinên çaverêkirî yên li herêmê diqewimin de, parastina ezmûna wê parçeya Kurdistanê hebe, ji ber parastîbûna azadiyê têde. Lê belê bi qedexekirina medyaya azad û profesyonel tayedarên kantonan û yên li serveî wan jî nikarin wê rastiyê veþêrin, ku ewên daxwaza azadiyê dikin, her bi xwe azadiyê qedexe dikin.
 
Rûdaw çendîn caran bi rêyên cuda cuda hewl daye, wan birêzên ku li serveyî kantonan in û biryara dawî di destê wan de ye, gumanên wan li ser Rûdawê nehêlin û me hest kir di van demên dawiyê de têgihîþtinek heye, bi taybet jî berî hefteyekê li Kobanî kamêrayeke desteserkirî ya Rûdawê bo peyamnêrê Rûdawê vegerandin, ku berî çend mehan dest bi ser de girtibûn, lê belê ev biryara bi navê Kantona Kobanî ve hatiye dan, carek din em dilgiran kirin. Ji ber wê jî cardin em bi vê rêyê û bi þahidiya xelkê Kurdistanê daxwaz ji wan birêzan dikin, li þûna qedexekirina karê mezintirîn û bi bandortirîn dezgeha medyayî ya Kurdistanê, hemû qedexekariyên li ser Rûdawê rakin û êdî peyamnêrê Rûdawê nerevînin, ev jî baþtirîn rastkirina wan binpêkirinên azadiya karê medyayî ye.
 
Tora Medyayî ya Rûdawê
2016-02-25
Hewlêr – Baþûrê Kurdistanê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4258