QULING
Dîrok: ÇáÓÈÊ 02 íäÇíÑ 2016
Mijar: Nûçe




Resûl Hamzatov
 werger ji Rûsî: Besam Merê

Wusa ye,
Carinan ew efserin di eniyên þer de þehîd dikevin
Jêrgil nabin ticaran!?
Lê bûne Qulingên sipî!..
Ew ji mêj de difirin û bi alî me de diqîrin.

Gelo
Ne ji ber wusa be ku
Bi xemgînî
Bi bêdengî
Em li asmanan dinerin?
Îro û berî ro biçe ava
Ez dibînim ku çawa di mij û moranê de
Ref bi ref Quling difirin.
Wekû efseran li ser qadan difirin û
Rêvingiya xwe ya dirêj bi dawî dihênin û
Hin `navan` diqîrin..
Gelo
Ne ji ber wusa ye ku -Avarî-  ji mêj de ye
Wek qêrîna Qulingan e?!
Ew difirin..
Refekî westiyayî.
Di mij û moranê de
Li asmanan bi rojan difirin.
Di vî refî de cihekî vala diyar e
Gelo
Dibe ku ew cih ji bo min be?
Wê ew roj bihê ku bi Qulingan re
Di asmanê þîn de melevan bim
Û ji asmanan
Li tevaya mirovên ku min ew li qadê hiþtine
Bi dengê çivîkan re ezê gazî bikim..
****





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4225