Nameya Pîrozbahîyê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 31 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Sersala nû bi ser me de tê û em di cengeke herî dijwar de ne ji bo ku em nasnameya xwe ya mirovahî bidin xuyakirin, û riþt bin li ser parastina dara man û berdewamîyê bi lawijên hezkirin û aþtîyê.
Bi Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê, bi hemî þaxên xwe ve, xweþe ku hemî gelên cîhanê bi giþtî, û gelê me yê Kurd bitaybetî bi vê helkeftê pîroz bike, û di wê hêvîyê de ye ku hevgirtineke xurtir di nav rêzên gelê Kurd de, yê têhnî aramî, tenahî, azadî û aþtîyê, peyda bibe.

Dîsa bi Yekîtîyê xweþe ku pîrozbahîyê bide dayîkên þehîdan, kezebþewitîyan, sêwîyan, û hemî kesên di êþ û azaran de digevizin, yên ku berê qurban bûn û niha jî qurbanên çikûsîya zikreþên li ser mirovatî û hurmeta jîyanê ne.
Û cihê þehnazîya Yekîtîyê ye jî ku hemî helbestvan, nivîskar, wêjekarên Kurd pîroz bike, û wan gur bike li ser  tûjkirina pênûs û xameyên xwe da ku bikevin þkeft û xewîþekîn êþ û kovanîyan û di jêrzemîn û leqemên wê de bajûn da ku gelê xwe yê Kurd bigihînin çirûska hêvîyê, ew jî bi gotina azad a ku alîgirê aþtîya dadmend û tevawer ji hemî gelên zemînê re, û berê gemîya vegerê bidin beravên welêt ji bo tovê hezkirin, têkilbûn û dilgermîyê ji nû ve biçînin.
Gelê ku silogana wî aþtî û azadî be tu carî namire!
Sersala we pîroz be!
Her sal hûn di xêr û xweþîyê de bin!    






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4220