Sibe …
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Helbest



Ronî ELÎ

Sibe …
Hêviya dilê þikestî
Omîda hestên,
Ku di nav lepên lawiran de,
Vîna pêþerojeke sozdar
Têkel û hembêz dikin
Û bi evîneke lal
Xemla wê diþopîn in


Sibe …
Lavlava derkûþa,
Ku berxwedana xwe,
Di hinavên dayika,
Ku piþta xwe li ber,
Dîwarê mêrekî
Ku bi bayê dozekê re
Rûxand
Qêrîn û fîxan dike

Sibe …
Mebesta ketinên îroj e
Nebûna vejîna hebûnê,
Li hember pêlên bê binî
Sirûdên bê dawî
Û bejnên,
Ku ji kîn û ketinê
Mest û tengijîne

Sibe …
Zayîna dîlaokan e
Di kembera tewan
Û kustepistên neçar de
Di kaniya çavên bê ronî de
Di tûrikê piþta bê hêz,
Bê bingeh
Û bê alav de

Sibe …
Îroj e
Ez bixwe me
Eînî deme
Jîna bê par
Û derd û xeme
Tevrê bê dev
Li ber teme

8/2/2007







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=421