Hawara Jinên Azadîxwez
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd 

Þiyan û kanîna jinê, hemû nêrîn û ramanên ku jin wek rizayendeke kêm di civakê de destnîþan kirine li erdê dixin.. Jina ku ji destpêka dîrokê de li rex mêran karûbarên civakê rakirine, kane bi hemû stubariyên xwe bi serkeftî rabe. Lê gava jin berevaniya hebûn, azadî û mirovatiya xwe dike û doza mafên xwe yên rewa dike, ew nayê wateya ku ew mêran gunehkar, yan jî rêzê li rola wan nagire û ji paya wan kêm dike. Berûvajî wê, jina zana û têgihîþtî, ji mêran re, li dijî zordariyên li ser jînê alîkar e, ji ber ku rola wê di pêþketina mirov, malbat û civakê de zor girîng e

Jin hêlûna berdewamiya mirovahiyê ye, û di hembêza wê de, gava yekem ji avakirina kesayetiya nifþan dest pê dibe. Lê mixabin, di çerxa bîst û yekê de, hîn di hin civakan de, jin ji zordarî, serweriya nêremejî û nezanînê dinale.
Jin li rex mêran rewþên aborî yên gelek xirab diborîne, û pir caran dighê asta xizaniyek dijwar. Ew jî bandora xwe ya neyînî li rewþa jinê ya civakî û çandî dike, û dibe sedema paþdemayîna wê jî. Li aliyekî din, nexweþiyên civakî yên ku cihê xwe di nav civaka me de girtine, û pir zor e jî ku bi hêsanî werin rakirin, ew jî bandora xwe li derûniya jinê dike, û doza wekheviya di navbera mêr û jinê, ku tê kirin, wê bi paþ dixîne.
Ji ber wê jî, xweavakirina jinê di warê aborî de, xwerizgarkirina wê ji wan nexweþiyên civakî, gava yekem û durust e ji vê pirsgirêkê re.
Jin nîvê civakê ye, û çênabe ku ew nîv ji aliyê serweriya mêran de were pûçkirin, û li aliyê din, divê jin jî bi wê nêrînê li xwe mêze neke û nepejirîne, divê ew asta xwe ya zanîn û rewþenbîriyê bilind bike.
tevlî ku di van salên dawî de, jinê di pir waran de gavine baþ avêtine, lê hîn pir malbat xwe ji nexweþiyên civakî rizgar nekirine, ew jî cihê mixabîniyê ye. Ji ber wê jî, pêwîst e, ku bendewarî bi alîkariya jinan hebe. 
Çanda nêremejitiyê ku gelek cure û þêweyên zordariyê li dijî jinan bi kar tîne, divê ew ji nav civakê rabe. Ew yek ji avakirin û pêþketina þaristaniya mirovatiyê re kelem û asteng e.
Bêguman, pir nexweþiyên civakî yên ku kesayetiya jinê tepeze dikin, divê sedemên wê werin naskirin, û çareserî ji wan re were danîn. Ew jî ji erka zanyar û komeleyên civakî ne, û saziyên dewletê jî di ber berpirsyar in.[1]

[1] - Ev gotara min di rojnama Newrozê, hejma ( 108 ) de hatiye weþandin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4200