Eþîra Dina û PîroziyeBûqetar ê
Dîrok: ÇáÃËäíä 09 äæÝãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Amer Çelik
 
Wekî her dema, dema em dixwazin lêkolînekê li ser Êzidiyan yan jî bûyerin Tarîxî yên Êzidiyan, ol û netewa wan, yan êl û eþîrên wan, pirsgirêk û serpêhatiyên wan, ferman û talan,wêraniya wan,yan jî em weha bibijin; ku bi giþti li ser Êzidiyan binvîsînin. çavkanî gelekî kêm in belê gelek caran peyde nabin. Nivîskar mecbû dimîne ku ji çîrok û serpêhatiyan û ji devê kal-mêran tomar bikin û bistînin.
Têbînî piraniyê çavkaniyên me li ser eþîra Dina ji devê rehmetiyê Xûdêda Pisî ne ku ew bi xwe ji eþîra Çêlkan ne hatiye tomarkirin.
Di destpêkê de em li berxwe bidin eþîra Dina nas bikin cih û warên wan bidine nîþanê, mêrxasên vê eþîrê kîbûn…? Çi girêdane wane bi Bûqetarê re heye… Ev Bûqetar çi ye…??

Eþîra Dina
Piraniyên kal-mêrên Eþîra Dina dibêjin ku gotina Dina Ji gotina dunyayê (Dun-ya-Cîhan) hatiye. Ji ber ku wekî bav-kalên me dibêjin:

Eþîra Dina pirbûn ji hijmariye wane zêda,lewma jî navê wan kirin Dina-Duna. Lê hinek ji wan, ji Dina bi xwe vê gotinê qebûl nakin û dibêjin: Dina ji gortina Den bi weteye Cerr(Den-Cerr) hatiye. Bi weteya ku Êzidî dibêjin: Êzidî ne ji Ademin, belê ji Cerr xûliqîne!...

Bavikên Dina
Heger em bibêjin; ku ÊL ji çend eþîran pêk tê, her usa jî, eþîr jî, ji çend bavik(Ber) pêk tê. Dina jî bavikên eþîra wan pirin, pêwîste em tevan bînin ser ziman, lê heger me hinek ji wan Berkan(bavikan) ji bîr kiribin, yan jî qedir giranên ku me ji devê wan girtî ji birkiribin, biborînin li me negirin.
Bavikên Dina jî ev in: Remika-Romika, Golka, Bozane, Nuemane, Ehvdau e, Reþa, Mende,Hacke, Kepane, E`arfue, Keþkûke, Basteme, Bekere, Þemika û Pîþrehua.
Têbînî: Serkêþê olî yê ku taybetî bi eþîra Dina ve xêlfî(cûda) ji tevahiya Êzidiyan dina jêra dibêjin; Pîþreu, lê ev malbat ji malbatên feqîran(Xerqa) ne û zewac di navbera wan eþîrê de nabê!...

Cih û warê Dina
Eþîra Dina jî wekî tevahiya birayên xwe Êzidî, di gelek qûnax û waran re derbas bûne, helbet sedemên qirkirin, talan û wêraniyê (Fermanan). Tê gotin Ku berê piraniyê Dina di Herêma Helebê de akincî bûn, û piraniyê wan ji ber darê zora muslmaniyê ji wî cihî koçber bûne. Lê hîn hinek ji wan di herêma Efrînê de dimînin. Helbet Dina li hersê perçên Kurdistan belav bûne. Li Rojava Kurdistan, li der û dorên bajarê Hisiça, li Qamislo û Emudê,Dirbêsiyê û Serê Kaniyê akincî ne. Li baþûr jî , li Dihok û Simêlê(Rojhilatî Decla) Xanik û Þariya. Herêma Þingalê jî, Xanasorê, Sinûnê, Dugûra,Guhbel, Girzerik. Bakurî Kurdistan jî, Wêranþar û Sirûcê. Tê gotin ku Dina di sala 1919an de ji Wêransar û sirûcê û Rûhayê koçberî Rojava û Baþûr bûne. Her weha Dina li Qevqasê(Qûqaz) û Ermenistan jî hene.

Sekêþên Dina:
Gelek ji serkêþên Dina heta roja îro jî hîn nav û dengê wan di nava qasên Êzidiyan û tevahiye kurdan de belave. Belê xwedî qîmetek giranin. heger malbata Feqîran ba(Hemo Þero) yan jî, malbata Þihab
axa ba, yan Nemirê Simo ku demekê waliyê Mûsil bûye, yan jî Evdî axa kurê Nemir û her weha Hesîn ê Qenco.
Dema min agehdarî û serpêhatî ji devê Rehmetiyê Xûdêda yê Pisî tomar dikir ya ku ji bo min herî balkêþ ewbû ku jina(JIN) Êzidî serkêþî û serokatiye eþîrê Dina kiriye. Heger Xatûna hêja ya bi navê Nazê(NAZA) ku dibêjin li dora 15-16 salan serkêsiye eþîra dina kiriye. Her weha Xatûna Hêja Tahlê daka Biþar axa,xatûne Ismahil axa. Piþtî mirine Ismahîl axa serkêþiya Dina kiriye heta ku kurê wê Biþar(Biþar axa) mezin bûy û Tehlê serkêþî û axatiye Dina radestê kurê xwe Biþar kiriye.Lê ya herî bi hêriz û navdar, Xatûna bi nav û deng Bêzar bû, daka pênc lawan jina Xelîl axa. Tê gotin ku Bêzar bi malbata Hesînê Qenco re li ser mislimaniye Hesîn,dikefe aloziyan, her pênc zarokên xwe bi xwe re radike û li gundê Çetelê li bakurî Kurdistan bi cih dibe û Dina li dora xwe Kom dike.Bêzarê bêtir ji deh(10) salan bi çelengî serkêþiye eþîrê dike, heta ku kurê wê Sînan mezin dibe û êdî Bêzar serkêsiye Dina radestî kurê xwe yê mezin Sinan dike.

Dina û Bûqetar:
Bûqetar yan jî Bûqetar Babo(Papa) Nimûne Dina dibêjin: „Babê min Bûqetar“ her weha jêra dibêjin; „Mîr ê Kûla“
Ez di wê baweriyê de me ku bi mebeste xudayê Kûlane. Bi wetaya ku Bûqetar xudayê derd û kûlan ,der û kûlan ji mirîdên xwe dûr dike.
Eþîra Dina bi tenê ji Êzidiyan Bûqetar ê salê carekê ciwan dikin yan em bibêjin kêf û þahiyê ji bo wî dikin û jêra dibêjn: „Cimaya Bûqetar“
Di nava feqîrênDina de(Xerqa) hene ji wan re dibêjin:“Feqîrê Bûqetar, ew Feqîrin yên bi kar û barê pîrozoye Bûqetar radibin. Wek me li jor gotî ku di salê de, carekê Bûqetar tê pîroz kirin û Dina jêr dibêjin; Cimaya Bûqetar. Berî ku Dina ji Ruhayê (Bakur-Kurdistan) koçber bibin, Girek li wer hebû(Ruha) jêra digotin; „Girê Bûqetar ê“ her weha li serê wî girî Goreke kevinar heye, her sal carekê qasê eþîre Dina di miha Adarê de diçûne ser Girê Bûqetarê û Cimaya wî pîroz dikirin. Dema ku Jineke Dinayî kurekî xwedê bidayê pêwîst bû ku beranekî sersar zaroka xwe(lawik) bibe ser Girê Bûqetarê Qûrbanî ji bo Bûqetar bide.
Çira Bûqetar: çira bûqetar heger ne ji Tawisê biçûktir û kintir bûye, mirovê bigote balkî Tawisa. Li dora 35-40 cm) heye û tasek jî pêra ya jêra dibêjin; Þerbik. Her weha Marekî biçû pêra ya jêra dibêji; Ziya. Çira tevî Þerbik û Mar(Ziya) gerekî li mal a mezinê eþîr ba.
Tezkere Bûqetar: Di Cimaya Bûqetar de her malbatek ji malbatên eþîre Dina qetek qûmaþ sor didine wan jêr dibêjin; „Tezkere Bûqetar“, pêwîste ku her malbat wî qetê qûmaþê sor(Tezkere) bi devê deriyê xwe vekê, bi weteya ku dema Mîrê Kûlê (Bûqetar) tê û konê xwe li ser gundan û malbatan datîne, bi wî qûmaþî(Tezkerê) dizane ku ew malbat ji malbatên Mirîdên wî ne û malbatê ji kûlê diparêza. Her weha Þikeftek li gelî Laliþh heye jêra dibêjin; „Þikefta Bûqetar“. Ji Êzidiyan Dina tenê dikarin derbasî wê þikeftê bibin. Amercelik@hotmail.de
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4180