Agahdarî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 23 ÃßÊæÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



ji Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî
Mamoste Ismayîl Emo Kesayetiyeke Kurdî yî nemir e
Gelê Kurd
Partî, Komele, Dezgeh û Kesayetiyên Welatperwer
Heval û dostên Mamoste Ismayîl, Emo em dixwazin di bîra we de bînin ko kesayetiyên me yên siyasî, rewþenbîrî û wêjejî ew kesên ko hemû jiyana xwe ji bo Gel û Welatê xwe terxan kirine û ji ewî karê pîroz, rojekê ji rojan xwe nedane paþ mamoste yek ji ewan kesan e, vêca em bi hêvî ne hûn roja (zayîna) wî ne ya (koça dawî) bibîr bînin..
Li gora dîtina me Mamoste Ismayîl ne milkê Pertiyekê ye belê yên wek wî ji bo Milet û Welat simbol in.

Em dîsa hêvî dikin, eger Dezgehek an Partiyek an Komelak bixwaze bîranîna zayîna wî vejîne, dikare hezker û hogirên mamoste Ismayîl Emo bide serhev û bibe derfetek ji bo lihevhatineke Kurdan çimkî ev yek ji kar û daxwazên mamoste bûn. Û baþtir e ko hemû digel hev evê bîranînê vejînin.
Tev ko em evê pêþinyarê ji bo salên dahatî ji bo we pêþkêþ dikin lê em di vir de jî dixwazin spasiya hemû kes, partî û dezgehên ko bi vejandina bîranîna roja (mirina) wî rabûne bikin.
Vêca em wek Dezgeha Ismayîl Emo, bi hêvî ne ko hûn di salên dahatî de roja zayîna Mamoste vejînin. Bila ew roj bi bîra me bê, ne roja mirina wî. 
Li cîhanê jî kesayetiyên hêja bi roja zayîna xwe tên bibîranîn.
Têbînî: Roja zayîna mamoste Ismayîl Emo: . 18.4.1947 (pêþinyar)
Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî..
18.10.2015





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4170