Erefatź Brahīmź EzemYek ji kevintirīn xwendevanźn kovara (HAWAR) ź Li Tirbespiyź dijī
Dīrok: ĒįÓČŹ 17 ćĒŃÓ 2007
Mijar: Hevpeyvīn



 Di kovara RONAHÎ ê de, hejmar 5- 1ê Tebaxa sala 1942an, Mîrê gewre Celadet Bedirxan, bendek bi navnîžana (EREFAT kurê Brahîmê Ezem ji mala EMO REŽO an xwendevanê ber cot ?) nivîsandiye, tê de, xîret û pesnê xortê nûhatî Erefat bi firehî aniye zimên, daxwaz ji mîr, beg û axayên kurda kiriye ku ew jî mîna Erefat guhdanê li zimanê dayika xwe yê žêrîn bikin.


 Hesen axa, li ser hînkirina zimanê kurdî li Cizîrê weha ji Mîr Celadet re dibêje:(Wextekî min dersxaneyek vekiri bû û tê de dersa zarokan digot. Di nav wan zarokan de yek hebû, ji domanan, kurê Brahîmê Ezem, žagirtekî bi xîret û xebatkar bû, Carê ko ez diçim Tirbespiyê, Erefat hema ji min dipirse û dibêje: "Kanî Hawar, te ji me re Hawar anî?" û Hawar ji destê min digre û direve. Par, di wextê cot de ez dîsan çûbûm Tirbespiyê û di nav zeviyan de digeriyam. Çavê min bi cotkarekî ket. Ewî cotkarî tižtek bi destî ve hebû û ew tižt spî dikir. Bê hemtê xwe ez ber pê çûm. Ez çi bibînim Erefat e!, cotê xwe dike û Hawarê dixwîne. Min got-ê :"Erefat tu çi dikî". Erefat bêî ko serê xwe ji xwendinê rake gote min "Ma tu nabînî ez cotê xwe dikim û Hawarê dixwînim".).Vêca Mîr

Celadet dibêje: "Kurdino! ji Erefat ibretê bigrin û bizanin ko mîr û axayên me yên ayendê yanî yên istiqbalê ew in, ew Erefat in ko kovara xwe li ber cot dixwînin û ne ew mîr û axa, beg û paža.... yên ko xwe mezin dihesibînin, ji ber ko bi tenê û bi tenê mîr, axa, beg an paža ne. Lê herçî ji nav wan weke Erefat kir, xwend û da xwendin û bi kêrî milet hat, mîrîtî an axatî ji wan re nabe bend ko ew jî li ber çavên milet qedirgiran bibin û li mezinahiya xwe a zikmakî mezinahîke rastîn, mezinahiya destexistî zêde bikin...".

 * Apê Erefat, berî her tižtî em hêvî û tika dikin ku Xwedê temenê we dirêj bike, tendurustiya we biparêze. Hêvîdar in hun ji me re pêžî li ser rewža xwendina xwe ya wê demê bipeyivin, bi taybet li ser dersxaneya Hesen Axa, ew li kûderê bû, mamosteyê wê kî bû, xwendekarên wê dersxaneyê kî bûn, çi ji wê qonaxê tê bîra we?.
 
- Ez Erefat ê Brahîmê Ezem im, li gundê Dêr Emerê, kurdistana bakur, sala 1917-an ji dayik bûme, dema fermana Haco rabû, ez biçûk bûm, bi bavê xwe re em daketin binxetê.

 * Ew dersxaneya Hesen  axa li kû derê bû, mamosteyên wê kî bûn,

- Ew dersxaneya hun dibêjin, ya fêrkirina zimanê kurdî bû, Hesenê Haco ew li Tirbespiyê ji xortên kurdan re vekiribû, me tê de dixwend û dinivîsand, lê mixabin, pižtî demekê, desthilata Firensî ew dersxane girt, lê, me di malên xwe de, berdewamiya xwendina xwe ya bi zimanê kurdî kir.
 
   * Mamosteyên we kî bûn?

- Yên ku têne bîra min, Režîdê kurd û Hesenê Haco bûn.
 
* Navê kê ji wan hevalên ku bi we re dixwendin tê bîra we?.
 
- Navê Žemo û Osmanê Emînkê tê bîra min. Hineke din jî hebûn, lê mixabin, navê wan nema tê bîra min.
 
* Gelo we Mîr Celadet dîtibû ta ku di kovara Hawarê de li ser we nivîsandiye?.
 
-Pižtî girtina dersxaneya me, min berdewamiya xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dikir. Rojekê ji rojan, li rojhilatî Tirbespiyê min cotê xwe dikir, min dî trumpêlek di ber min re buhurî û nižka ve ew rawestiya, li min vegeriya, min dêt Mîr Celadet, Hecî Ebdulkerîmê Endîwerê û Hesenê Haco jê peya bûn û berê xwe dane min. Ji min pirsîn: Ev çiye di destê te de tu dixwînî?. Min li wan vegerand û got: Ev Hawar e, ez cotê xwe dikim û Hawara xwe dixwînim. Navê min li ba xwe nivîsandin, xwestin hin peran bidine min, lê min pere ji dest wan negirtin. Rê girtin û çûn. Pižtî demekê, Mîr Celadet Eilifbêyeke kurdî û Roja Nû ji min re žandin, navê min li ser wan nivîsandî bû, pižtî demeke din, dîsa pirtûkek ji min re û yek ji Ebdurehmanê Eliyê Unis û yek ji Hesenê Haco re rêkirin.

   * Çawa ižq û evîna zimanê kurdî kete dilê we, çima we ewqasî ji zimanê kurdî hez kir?
 
- Dema em li kurdistana bakur bûn, hingî dewleta Tirka zor û stemkarî li me dikir, jiyana me roj bi roj rež û tal dibû, lewra me dizanî sedema vê zordariya li me dibe, kurdîtiya me ye, ji ber wilo jî, her û her kurdîtî û zimanê kurdî bi me žêrîntir dibû. Ji wan tirê bi darê zorê, wê karibin zimanê dayika me ji devê me derînin û zimanê xwe têxin devê me!!!..Yê me bi xwe, hêviya me ew bû ku em jî mîna hemî gelên cîhanê bi serbestî bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsin.
 
* We di dersxaneyê de ji bilî Hawarê çi pirtûkên din dixwendin, ango çi li ber destên we hebûn?

- Ji bilî Hawarê, me Roja Nû û Xebat dixwendin, nivîskarên wan Qedrî Can, Osman Sebrî û Rewžen Bedrxan bûn, camêrina din jî di wan de dinivîsandin, lê nema navê wan tê bîra min.
 
* Çi bîranên we yên wê demê hene hun dixwazin ji xwendevanên Newrozê re bibêjin?

- Tê bîra min, Sala 1937-an palan zadê me bi das û qeynaxan diçinîn, min dît mirovekî dêwanî digel qîza xwe bi ser me ve hatin, xwestin ku ew jî bi me re paleyê bikin. Min dît palên me rawestiyan û gotin: " Eger ev mirov kar bike, em dev ji paleyê berdidin û diçine malên xwe, ji ber ku ev mirov neyarê me ye!!.Rabû min ji wan re got:" Malava ma ev çi gotin e?!! ma ne em hemî kurd in, em birayê hev in, fermana serê me yek e, neyarê gelê me yek e,  gereke dilê me bi hev re be, gereke em ji hev hez bikin, divê em ji hev re pižt bin, ne dijmin bin!!". Pižtî gotina min, hižtin ku ew jî bi me re bixebitin. Çend sal di ser wê bûyerê re derbas bûn, wan palan pirsa min ji kesina kirbûn ku çûbûn bakurê kurdistanê, gotibûn: Erefatê Ezem ji biçûkaniya xwe ve  ji me biter bîra kurdîtiyê dibir û jê re kar dikir.
 
   *Kengî hun tevlî karê rêzanî (siyasî) bûne apê hêja?

- Di žoreža seydayê Berzanî de em tevlî xebata siyasî bûne, me gelek alîkarî dida wê žorežê. Tê bîra min, di qonaxa yekîtiya Sûrî û Misrê de, 117 kes ji me hatin girtin, yek ji wan Režîd Hemo bû. Sedema girtina me ya rastî kurdîtiya me bû, lê ya din ew bû, me 2 Tîpnivîsên bi zimanê kurdî kirîbûn, û me vežartibûn, wan ew ji me dixwestin. Polîsan ji min re gotin:" Ew herdu Tîpnivîs li ba ten e, divê tu wan derxînî". Min ji wan re got:"Hîç tižtekî wilo li ba min nîne".Rabû ez dest kelemçekirî birim cem bêndera min û ew tevdan, ango li nav geriyan, pêre jî bi hovîtî li min didan!! Pižtî bênder tevdan, 2 telîs tûtin di nav de dîtin, ji min re gotin: " Tu siyasî û qeçaxçî ye jî!!" rabû em birin Helebê, pižtî 28 rojan em serbest berdan.
 
* Apê hêja, bi saya serê we mezinên me îro em bi zimanê xwe, bi tîpên latînî dixwînin û dinivîsin, em bi xebata we ža û serbilind in, û weke çawa di dema we ya berê de xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji gelê me re giring bû, îro jî ew giring e. Di vî warî de hun çi ji keç û lawên xwe yên kurd re dibêjin?

- Ez dixwazim weke kalemêrekî kurd, banga xwe ya ji dil bighînim rêber û serokên kurdan, bera ew ji bo yekîtiya gelê xwe kar û xebatê bikin, ji ber ku tu ji min bipirsî:" Dermanê derdê kurdan çiye?". Ezê ji te re bibêjim: "Ew yekîtî, yekîtî...yekîtî ye". Ez serketinê ji we û xwendevanê Newrozê û hemî gelê kurd re dixwazim, û dibêjim, guh bidin zimanê kurdî, zimanê me li ber dilê me žêrîn e. û sipas ji hatina we re.
-----------------

çavkanî: rojnama NEWROZ  Hejmar(72)  Sibat   2007 z-2618 k     








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=416