Ez kuştim maça serî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 íæáíæ 2015
Mijar: Nûçe



Suad Hisên

Ez kuştim maça serî
Jîn kire vî dilî mirî
Buhar jinû vekir derî
Ne ez kuştim maça serî



Çendî xweşe û bi wateye
Evîneke her zindiye
Dilekî paqij û sipiye
Ne ez kuştim maça serî

Bes min li ber xwe bimrêne
Ev dil bo te har û dîne
Bes vî dilî êdî bihelêne
Ne ez kuştim maça serî

Evîna te ser ser û çavan
Dil û can bo te qurban
Ez çi ji tere bikim nepuşman
Ne ez kuştim maça serî

Ez kuştim da ji nû min bi vejînê
Jiyanê ber çav bixemlênê
Her ev dil bo te bimênê
Ne ez kuştim maça serî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4109