Kêferata termên bê nav
Dîrok: ÇáÎãíÓ 09 íæáíæ 2015
Mijar: Nûçe



Ronî ELÎ

Di gewriya dil de 
Goristan vebûn
Kevanên hêviyan
Ber wêranê çûn
Rondikên te Dayê
Koça welate



Buxça li piþta min
Pêt û þewate

Hey welato ez
Kuþtiyê xwe me

Xwîna Miþtenûrê
Birîn kolandin
Bêdengiya Çavan
Mirin diçandin
Li paþ min haware
Berî bi mij de
Barê min Dayê
Ji girî miþte

Hey welato ez
Kuþtiyê xwe me

Li deþta siwaran
Sosin þewitîn
Li herdû kaniyan
Çivîk perpitîn
Dîwarên evînê
Bûn kavlên xewnan
Nameyên dildaran
Mane bê ziman

Hey welato ez
Kuþtiyê xwe me

Dergûþên kolanan
Rê li min girtin
Ji hilma kuþtinê
Stêr vemirtin
Min þopa te Dayê
Dîsa wendakir
Ji Tûrê wêranê
Dilketin çekir

Hey welato ez
Kuþtiyê xwe me

Ew termê wendayî
Bê nav namîne
Xeml û xêza Bûkan
Bi hers û vîne
Sînga Kobaniyê
Her kêferate
Di tolvedanê de
Mizgîn, felate

Hey welato ez
Kuþtiyê xwe me

972015





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4103