Bîreweriya perîkekê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 íæäíæ 2015
Mijar: Nûçe



 Evîn Ibrahîm
Wergerandin ji erebî Brahîm Mehmûd

Dema ku ez dinivîsim hejtekim
Mebesta min ne ku ez hejtedikim bi giþtî…
Mebest ku kîsê sîromê bi dawî bû û dengê pîre jinê ne hember banga nexweþvanê ya ku hîna romana evînê dixwîne ji bîst salan ve daku ji þeran bireve û bi dilê te bigre..
Mebesta min  ku peyva hejtedikim giha beriya Embîlansê û tevî wisa jî ew zarok di bin rûxandinan de mir…


 Mebesta min
Ku ji welatan re jî wateyek heye
Dema ku ereba pûþ rûyê xwe dizîvirîne li piþta keçek nûhatî hîna sênga wê nedaye xwe…
Aloze…
Gelo wê agir vemrîne an wê xwarnê bide   wî zarokê ku diqîr û diqîre..
  Mebesta min ku ji seyrê re jî wateyek heye…
Weku miletek bi temamî ji devê agir bi dayek bibe û zemîn di gerînê berdewam be, dirame di guleya hatî de ku wê ji kîjan rexî li serî bê berdan…
Ji stranan an ji dansê re..
Mebesta min ku ji xemgîniyê re jî wateyek heye…
Weku ez kevokek sipî me, wateyên bi hêz li xwedike dako neyê gotin ku bangeh nepak in, û birçîbûn tundire ji bêbaweriyê û dara han bende goreke nuh e ku rûtbnûna rehên wên ji axê derketin daku bihnê bikþînin , binixumîne.
Mabesta min ku ji hezkirinê re jî wateyk heye..
Wateyek azarî….
Azariyek gelek  dijwar…
Weke barana ku dibare..
Gelek gur û berxikan yên ku wê ev roj bimrin,  bi xwere hiltîne..
Ev roj, ku di livîna xweyî germ de raketîme..
Li ser sênga min helbestek min nivîsiya wê hîna bi dawî nebûye ji te re…
Mebesta min..
 Dengê teyî qedîfe…
Zîveya tiliyên te û binefþ…
Bihnên te yên dirêj û kanî…
Þerê te yê pesend
Hestiyên giyanê min li ser sênga te..
Quloçên þevê kêliya ku ez ewan du hunavê te de dadikim..
Mebesta min guftûgoya perî û ehrîmanan
Avgeha masiyên ku min li bin text çandine…
Mebesta min
Ku qatek tenê ji hezkirinê têra rwê te nake…
Ez daran dibirim li ser sênga xwe..
Ez pûþ ji tiliyên heyvê didime hev..
Paþî ez li helkhelka dengê teyî sipî bi girî digerim..
Li pîneyekî dinî kor têde te dibînim …
Li rêyekê ku bi min û te vedgere mal..
Mebesta min ku ez dibeþiþim…
Ez anha dibeþiþim û ez dubaredikim…
Sêniyek tenê ji hezkirinê têra rengê te nake…
Rwê xwe di periyê balîfê de vediþêrim ez…
Li wirin ku katiþmêra dîwar li paþ vedigere..
Ta demekê ku dilê te têde weke dareken qamîþê dansê dike…
Û gurçika teyî biçûk bi masiyên rengîn tije dibe..
Ta kêliyekê tu gul bûn têde ku ji laþê min weke baranê dihatin xwar…
Ku hema te navê bi dev kir û kesî tu nedît…
Mebesta min..
Ku hozan tenge…
Tenge weke kefen…
mîna rwê te…
Pir   fireh e…
pir firehe weke zeviyekî ji barana westiyayî û tiliyên pencerên min dûr in…
dûr in weke helbestan evîndarê min…
Mebesta min
Kanî Xweda ji hemî ve…
Û çima nan di destê vî zarokî de wisa  xemgîne…
Mebesta min…
Xêzên zirav dora bazinê destê min…
Goma xwîna mezin…
Balindên koçber ji bakurî dilê te re…
Mêþa hingiv ya ku bende êvarê ye daku ji dil bigrî….
Û desmalên ku ji xatirxwazan nifret kirin bi bê dengî…
Þepirsiya min ya ne saxlem…
Ku ew jineya han diltêkeve te..
Tirsa minî bedew…
Ku ew jina han ji te tengav bibe…
Mebesta min…
Ev heyva bejî…
Ev heyv ya ku baskên xwe ji percareya zemînê re avêtiye..
Li benda helbestekê ji te…
Birîneke din ji min…
Daku hezkirin derbas be…
Daku mirin bi aþitî û diljihgirtî bi rê keve…
Daku termên zarokan di bin axê de bivebin…
Ku gulek derkeve…
Mebesta min ez hejtedikim…
Hejtedikim bê hewcedariya min ji nivîsandina wê re…
Hejtedikim û hîna firmiskên þer dûdirêjin…
Dûdirêjin.
====
Jêder : Malpera welatê me,14 , 6-2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4086