Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî… Bangek
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 15 ãÇíæ 2015
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat

Zimanê kurdî yek ji zimanên mirovahiyê yê  kevnar û resen e. Di gelek serdemên dîrokî de, wî pir þaxên zanistê ji memikên xwe yên zimanî mêjandine, û di hin serdeman de jî, û nemaze dema imberatoriya Mîdî û berî wê jî, di ya Mîtanî de, ne tenê zimanê þaristaniyê bû, lê belê ew wek zimanekî cîhanî yê wan serdeman jî, dihate naskirin.Di pêvajoya dîroka xwe de, zimanê Kurdî rastî gelek firkên dijwar û hewildanên windabûn û tunekirinê hatiye, û nemaze di dîroka xwe ya nûjen de.

 Ji ber ku dagîrkerên Kurdistanê berî her tiþtekî din, dixwestin vî zimanî winda bikin, û Kurdan di nav netewên xwe de bihelînin. Lê hertim bi keda ronakbîr, rewþenbîr, zimanperwer û hiþmendên Kurd, û ji aliyekî din ve jî, xaknîgariya Kurdistanê reseniya zimanê kurdî parastine, û berhemên payebilin wek destaneya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî, û berî wê jî, helbestên Elî Herîrî, Melayê Cezîrî, Feqê Teyran, Mileyê Batî û…HWD, bi wî hatin nûsandin. Di piþt re, malbata Bedirxan jî, kedeke bê hempa di ber zimanê kurdî de kirin, û li ser serê wan Mîr Celadet Bedrxan bû. Di 15ê Gulana, sala 1932an de, M.C.Bedirxan kovara Hawarê bi zimanê Kurdî derxist, û yekem car bû, ku alfabê ( abê ) ya zimanê kurdî ya Latînî di wê de hat weþand. Ji ber wê jî, ji aliyê saziyên zinanê kurdî ve,  roja 15ê Gulanê, ji her salekê, Roja Zimanê Kurdî ( Cejna zimanê Kurdî ). hate binavkirin  Di vê rojê de, û li seranserî Kurdistanê û li hemû welatên ku Kurd lê dijîn, ji aliyê sazî û gel ve, aheng û þahî tên lidarxistin. Ango ev roj dibe roja çalakiyên zimanê Kurdî. Bi boneya ev roja pîroz, ( Cejna Zimanê Kurdî ) bang û daxweza ew e, ku saziyên zimanê Kurdî, zimanzan û ta tevgera siyasî ya kurdî bi þêwakî sazomanî li zimanê kurdî xwedî derkevin, û bi berpirsiyarî ji bo fêrkirin, parastin û pêþvebirina wî bixebitin. Zor pêwîst e, ku konfiransine zimanewanî û li ser asta Kurdistanê werin lidarxistin, û di wan de çare ji hin pirsgirêkên zimanê kurdî re werin danîn.Ziman jiyan e…. Ziman nasnameya gelan e….. Ziman ji bo Kurdan welatê netewî ye.Divê em bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin û perwerde bibin… Divê þîn û þahiyên me bi Kurdî bin.. Hezkirin, jiyan, danûstandin û ta ken û girî jî, bi Kurdî xweþ in.Belê her tiþt bi Kurdî xweþ e. Cejna Zimanê Kurdî li me, we, gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz be.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4059